‘Dirêjkirina dema Serokatiya Herêmê peywendî bi şoreşa Rojava ve heye’

‘Dirêjkirina dema Serokatiya Herêmê peywendî bi şoreşa Rojava ve heye’

Siyasetmedar û çalakvanê siyasî û medenî Dr. Fayîq Mihemed Gulpî  da diyar kirin ku, demdirêjkirina dema Serokatiya Herêma Başûrê Kurdistanê peywendî bi şoreşa Rojavê Kurdistanê re heye û destnîşan kir ku, du sedemên bingehîn hene di derxistina  vê biryarê de, yek sedemên navxweyî ye, ya  din ji  herêmî ye.

Siyasetmedar û çalakvanê siyasî û medenî Dr. Fayîq Mihemed Gulpî  duh êvarî beşdarî bernameya Spede TV bû  di bernameyê de diyar kir ku, bi derxistina van her du qanûnan, ParlAmentoya Başûrê Kurdistanê rojeke reş di dîroka xwe de tomar kiriye û got: “Sedemek nebû biryarek wiha derxin.”

Her wiha  Dr. Fayîq Mihemed Gulpî  bal kişand ser milê ne rewa yê vê qanûnê jî û wiha got: “Bi rastî bi demdirêjkirina  dema Parlamentoyê yan ji Serokatiya Herêma Başûrê Kurdistanê wê nekaribin pirsgirêkên me çareser bikin û ez  bawer nakin ku bi van her du qanûnan wê derfetekê ji bo me bîne. Pirsgirêka me ew e ku gendelî heye, ne dadperwerî û ne adaleta civakî heye.”

YNK’Ê BI BERDÊL, PIŞTGIRÎ DA MAYÎNA BARZANÎ

Li ser sedemê bingehîn yê dem dirêj kirinê ji Fayîq wiha anî ziman, “ Li gorî qenaeta min dirêj kirina demê Serokatiya Herêma Başûrê Kurdistanê û derkirina biryarek bi vî rengî ne demokrasî ye û ji zagonî ye. Di pileya yekem de peywendî bi desthiladarî ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Yeketiya Niştinama Kurdistanê (YNK) ve heye. Ji ber ku li gorî YNK niha başe Serokatiya Herêmê di destê PDK’ê de be. Ji bo bi şêweyekî otomatîk û rasterast Serokatiya Îraqê bikeve destê YNK’ê”

DIRÊJKIRINA DEMÊ SEROKATIYA HERÊMÊ, PÊKANÎNA ARMANCÊN DAGIRKERAN LI SER KURDISTANÊ YE

Dr. Fayîk Gulpî di dewama axaftina xwe de balkişan peywendiyên derkirina vê biryarê bi şoreşa Rojave re jî û got: “ Ev veguhertinên di van du heyvên dawiyê de li ser sinorê Rojavê  Kurdistan bi taybet her du sinorên Rojava û Başûrê Kurdistan, Rojava û Bakûr girtin, bicih kirina pêşmergeyan li seranserî sinor, li gel dirêjkirina demê mayîna Serokê Herêma Başûrê Kurdistanê li ser desthiladariyê rastrast peywendî pêve heye. Dibînin ku Serokê Herêma Başûrê  Kurdistanê di nava heyvekê de zêdetir 3 hezar pêşmerge li ser sinorê Rojavê Kurdistanê Kom kiriye û ambargoya aborî li ser Rojava yê Kurdistanê daniye. Zextên Herêma Kurdistanê bi riya Serokê Herêma Başûrê Kurdistanê li gel hikûmeta Tirkiyeyê û hinek aliyên dinê herêmê dijî têkoşîna rewaya gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê  berdewame û bi rêve dibe. Ji bo wek Serokê Herêma Kurdistanê bimîne van planên dijî şoreşa parçeyên dinê Kurdistanê dike û berdewam dike ku, heta armanca dagirkerên Kurdistanê bi cih dike.”

Gulpî di dawiya axaftina xwe de da diyar kirin ku, ev tişta hikûmet dike gendelî ye û binpêkirina qanûnê û îradeya gele. Ji ber vê ji divê gel, muxalefet siyasetmendar, rewşembîr û çavdêrên siyasî rê nedin vê şaşiya mezin a desthiladariyê. Ji ber ku qet peywendiya guhertina zagonê bi mayîn û nemana Serokatiya Herême nîne.