Dîplomasiya li ser krîza Ûkraynayê dewam dike
Xebatên dîplomasiyê yên li ser krîza Ûkraynayê ku tevî agirbestê jî êrîşên yekîneyên artêşê zêde bûne, dewam dikin.
Xebatên dîplomasiyê yên li ser krîza Ûkraynayê ku tevî agirbestê jî êrîşên yekîneyên artêşê zêde bûne, dewam dikin.
Xebatên dîplomasiyê yên li ser krîza Ûkraynayê ku tevî agirbestê jî êrîşên yekîneyên artêşê zêde bûne, dewam dikin. Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn piştî navbereke dirêj cara yekemîn bi Wezîrê Karên Derve yê YDA re hevdîtin kir. Hat ragihandin ku hevdîtin 'hêviyê dide'.
Ji şêwirmendên Vladîmîr Pûtîn Yûrî Ûşakov der heqê hevdîtinê de daxuyaniyek da û diyar kir ku hevdîtineke 'çêker û dostane' bû. Şêwirmend ragihand ku Pûtîn û Wezîrê Karên Deve John Kerry li ser çareseriya krîza Ûkraynayê peyivîne û got, "Hevdîtin ji bo vegera her du welatan li hevkariyeke asayî, hêviyê dide."
Piştî hevdîtina bi Pûtîn re Kerry bi hempîşeyê xwe Sergey Lavrov re jî bi qasî 4 saetan hevdîtin kir Kerry der heqê hevdîtinê de got, "Girîng e em pêwendiya di navbera xwe de qewîn bikin."
Hat ragihandin ku di hevdîtina navbera her du wezîran de, li ser mijarên Sûriye, Yemen û bernameya nukleerî ya Îranê jî nêrîn hatine parvekirin. Hat gotin ku di hevdîtinê de wekî din pêkanînên aboriyê yên welatên Rojavayî jî hat rojevê. Hat ragihandin ku Kerry diyar kiriye ku eger agirbesta li rojhilatê Ûkraynayê dewam bike dibe ku pêkanînên li hemberî Rûsyayê were rakirin, Lavrov jî aniye ziman ku pêkanîn 'rêya derketina jê nîne' ye.