Dînç: Hukûmet sûç dike, divê em muwekîlê xwe bibînin
Dînç: Hukûmet sûç dike, divê em muwekîlê xwe bibînin
Dînç: Hukûmet sûç dike, divê em muwekîlê xwe bibînin
Hevdîtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a bi parêzerên xwe re ji 27'ê Tîrmeha sala 2011'an û vir ve tê astengkirin. Ji parêzern Ocalan Mazlûm Dînç da xuyakirin ku bi astengkirina hevdîtinê re hukûmet sûç dike û got, "Divê tavilê dawî li vê neheqiyê bê anîn û em karibin bi Birêz Ocalan re hevdîtinê bikin." Parêzer Dînç diyar kir ku Ocalan heta niha ji aliyê heyeteke ji doktorên serbixwe ve nehatiye kontrol kirin û xwest, serlêdana ji bo vê yekê bi erênî bê bersivandin.
Parêzerên Ocalan ji 27'ê Tîrmeha sala 2011'an û vir ve nikare biçin Girava Îmraliyê. Ocalan bi rêya heyeta BDP'ê ya dema dawî çû Îmraliyê xwest, bi parêzerên xwe re hevdîtinê bike. Li gel vê yekê jî, serlêdana duh a parêzeran careke din bi hinceta "keştî xerabe ye" hat redkirin.
Ji parêzerên Ocalan Mazlûm Dînç ji ANF'ê re peyivî û diyar kir ku hevdîtin mafekî bingehîn e û li dijî astengkirinê nerazîbûn nîşan da. Dînç got, "Mafê hevdîtina bi parêzeran re, bi peymanên navnetewî, peymana mafên mirovan a Ewropayê, destûra bingehîn û qanûnan hatiye ewlekirin, lewma bi ti awayî nabe bê astengkirin. Li girtîgehên din astengiyeke bi vî rengî tineye. Mafê hevdîtinê ji sala 1999'an û vir ve bi astengiyan tê bicihanîn. Tevî ku bingeheke wê ya qanûnî tineye, bi tenê hefteyê saetekê hatiye diyarkirin. Ji xwe ji 27'ê Tîrmeha sala 2011'an û vir ve ev maf jî nayê dayîn."
'DIVÊ SAZIYÊN NAVNETEWÎ BIBIN XWEDÎ HELWESTEKE CIDÎ'
Parêzer Dînç bal kişand ser astengkirina hevdîtinan a bi hincetên "keştî xerabe ye", "rewşa nebaş a hewayê" û got, "Em baş dizanin, sedema bingehîn sedemên siyasî ne. Ji xwe gelek caran daxuyaniyên Serokwezîr, Wezîrê Edaletê û hin rayedarên hukûmetê yên di vî warî de hatin kirin. Serokwezîr li xwe mikur hatibû ku hevdîtin ji aliyê wan ve hatiye astengkirin. Gotibû, "Em asteng dikin, hevdîtina bi parêzeran re wê nebe". Di rastiyê de sûç dikin. Mafekî bingehîn ê hatiye ewlekirin bi fermana xwe, asteng dikin. Me giliyê vê jî kirin, lê bên encam ma. Bulent Arinç daxuyaniyên bêbingeh ên dibêje "Dosyayên wan qediyaye, lewma pêwistî bi hevdîtina bi parêzeran re tineye" dide. Bêbingehin, ji ber ku dosyayên Birêz Ocalan hene hînê dewam dikin. Li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê, li Dadgeha Îdarî ya Enqerê, li hin cihên din dosya hene. Hevdîtina me ya bi wî re divê."
Parêzer Dînç bang li saziyên navnetewî kir ku bikevin dewrê û û diyar kir ku wan ev neheqî birine ber destê DMME û bi Komîteya Pêşîgirtina li Êşkencê ya Ewropayê (CPT) re hevdîtin kirine û got, "Me ji wan xwestin tedbîrê bistîni. Dosya dewam dikin lê hînê pêşketineke berçav nîne. Me ji van saziyan, DMME, CPT ev du salin xwestine li hemberî vê neheqiyê helwestê nîşan bidin. Naxwe wê hurmeta ji bo xwe wenda bikin."
'HEM HUQÛQÎ HEM JÎ DI WARÊ PÊVAJOYA ÇARESERIYÊ DE HUKÛMET ŞAŞIYÊ DIKE'
Parêzerê Ocalan Mazlûm Dînç diyar kir ku divê mafên bingehîn weke minetekê neyê dîtin û anî ziman ku wan di mijara televîzyonê de ev dîtiye. Dînç got, "Gava televîzyonek li odeya Birêz Ocalan hat bicihkrin, rayedarên hukûmetê mîna ku mineteke kirine gotin me bicih kir, me ferman da. Li tevahiya girtîgehên Tirkiyê ev mafekî bingehîn e. Yên cezayê dîsîplînê girtibin jî, ji vî mafî sûdê werdigirin. Lê belê Birêz Ocalan ji sala 1999'an û vir ve jî vê mafî bêpar hatiye hiştin. Em qebûl nakin ku mafên bingehîn bikin mijara bazariyên siyasî."
Parêzer Dînç ragihand ku astengkirina hevdîtina wan a bi Ocalan re ne bi tenê di warê huqûqî de di warê pêvajoya çareseriyê de jî ne rast e û got, "Tevahiya cîhanê dît, ku Ocalan di mijara çareseriya pirsgirêka Kurd de mûxatabê bingehîn e. Ji bo di vî warî de rola xwe bileyze, divê mercên wî werin sererastkirin, dawî li bê huqûqiyê bê anîn. Di van şert û mercan de nikare rola xwe bileyze. Pêwîste heyetên siyasî jî karibin biçin Îmraliyê."
'DIVÊ KONTROLÊN LI ÎMRALIYÊ BÊN KIRIN Û WÎ RAKIN NEXWEŞXANEYÊK XWEDÎ DERFETÊN BAŞ'
Parêzer Dînç her weha xwest, di warê pirsgirêkên tenduristiyê yên Ocalan de nêzîkatiyek di çarçoveya huqûqê de bê nîşandan û diyar kir ku pêwendiya pirsgirêkên Ocalan ên tenduristiyê bi mercên tecrîdê re heye. Dînç got, "Pirsgirêkên tenduristiyê yekser têkiliya xwe tecrîda ji sala 1999'an û vir ve tê meşandin, heye. Heta li Îmraliyê were bicihkirin, ti pirsgirêkên wî yên tenduristiyê tinebûn, lê belê bi mercên tecrîdê re gav bi gav pirsgirêkan rû dan.
Îdîayên bi jehrê xistin, hebûn. Dosyaya der heqê vê de li DMME dewam dike. Şexsekî ku ji aliyê gelê Kurd ve weke vîn hatiye qebûl kirin. Lewma pirsgirêkên wî yên tenduristiyê rê li ber fikarên mezin vedike. Divê Wezareta Edaletê serlêdanên di vî warî de bi lezgînî bi erênî bibersivîne. Heta niha heyetek serbixwe Birêz Ocalan kontrol nekiriye. Pirsgirêkên wî yên tenduristiyê her diçe giran dibe. Divê kontrola doktoran li wir bê kirin, lê tedawiya wî li Nexweşxaneyeke xwedî derfetên baş ên tenduristiyê bê kirin."
LI RAYA GIŞTÎ BANGA HESTIYARIYÊ
Dînç bang li hukûmetê kir ku helwesta xwe ya heyî biguherîne û got, "Ev helwest bi kêrî çareseriya demorkatîk û aştiyane ya pirsgirêka Kurd nayê. Em bang li raya giştî û rêxistinên civakî yên demokratîk jî dikin, ku di vî warî de hestiyar bin."