Dîmenên şerê li Dugurê -BI DÎMEN E-
Dîmenên şerê li Dugurê -BI DÎMEN E-
Dîmenên şerê li Dugurê -BI DÎMEN E-
Li ser xeta Şengal-Rebîa-Cezaa ev 5 roj in şerekî dijwar diqewime. Li gundê Dugurê yê Şengalê ku lê şer giran e, nûçegihanê ANF'ê Dilşêr Ernesto dîmenên şer kişand.
Korîdora ewlekariyê ya Rojava-Şengalê ku YPG'ê vekir û bi deh hezaran Şengalî ji komkujiyê rizgar kir, ji 26'ê Îlonê û vir ve rastî êrîşa çeteyên DAIŞ'ê tê. Li Şengalê di navbera gerîlayên HPG-YBŞ û çeteyên DAIŞ'ê de şerekî dijwar diqewime.
Li hemberî gundê Dugurê ku li qûntarên çiyayê Şengalê ye, çeteyan bi hawan, top û çekên giran êrîş pêk anîn.
Gerîlayên HPG û hêzên Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) ên bi parastina korîdorê berpirsyar in, bi berxwedanê bersiv dan êrîşa li hemberî Dugurê.
Hêzên HPG û YBŞ'ê li gel vê berxwedanê, bênavbera çalakiyên sabotaj, kemîn û sûîkastê li hemberî çeteyên DAIŞ'ê lidar dixin.
Fermandariya Şengalê ya HPG'ê, duh bi daxuyaniyekê ragihand ku di şerê 4 rojan de 103 çete hatine kuştin, 3 gerîlayên HPG'ê jiyana xwe ji dest dane.
Şerê li Dugurê ji aliyê nûçegihanê me Dilşêr Ernesto ve hat kişandin. Vaye dîmenê wî şerî..