Partiya Çep a Elman der barê salvegera 100. a Qirkirina Ermeniyan de daxuyaniyek da û diyar kir ku haya dîplomat û leşkerên Elman ji qewimînan hebû, lê neketin nava destwerdaneke têrker.
Partiya Çep a Elman (Die Linke) daxuyaniyeke nivîskî weşand û 100. salvegera destpêka Qirkirina Ermeniyan bibîr anî. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku di 24'ê Nîsana 1915'an de bi fermana hikûmeta Jonturkan girtin, sirgûnkirin û kuştina Ermeniyan destpê kiriye û hat gotin, "Bi vê yekê re, tehcîr û komkujiya li hemberî gelê Ermenî, gelê Suryanî û Keldanî û komên din ên Xiristiyan, hatiye meşandin. Di komkujî û meşên mirinê de 1,5 mîlyon Ermeniyan jiyana xwe ji dest dane."
Die Linke da xuyakirin ku di vê qirkirinê de berpirsyariya Împaratoriya Elman jî heye û ragihand ku bi Împaratoriya Osmanî re hevgirtineke şer hebû û bandor li polîtîkaya hundir û derve ya Osmanî nedikir.
Die Linke di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku haya dîplomat û leşkerên Elman ji bûyer û qewimînan hebû, lê belê bi têrkerî dest li rewşê wernedan û hat gotin, "Di ser re leşkerên Împaratoriya Elman ên li Împaratoriya Osmanî bicih bûbûn, li hin cihan tevlî tehcîrê bûn. Karsazên Elman, mînak; di çêkirina Rêya hesinî ya Bexdayê de bi deh hezaran Ermenî weke karkerên ji neçarî xebitandin, dûre jî ew şandin mirinê. Bankayên Elman ji maldariya gelê Ermenî sûd wergirt. Piştî şer bi dawî bû Împaratoriya Elman û xelîfeyê wê yê hiqûqî Komara Weimar, berpirsyarên qirkirinê ji lêpirsînên navneteweyî parast.
Partiya Çep Qirkirina Ermeniyan bibîr tîne û tevî bîranîn û çalakiyên din, wê tevlî merasîma bîranînê ya 24'ê Nîsanê ya li Stenbolê bibe.
Partiya Çep bang li hikûmeta Elmanya ya Federal dike ku tinekirina gelê Ermenî bi awayekî organîzeyî ji aliyê hikûmeta Jonturk ve, li gorî Konvansiyona Neteweyên Yekbûyî weke qirkirinê nas bike.
Partiya Çep berpirsyariya dîrokî ya Elmanya qebûl dike û dixwaze hevkariya Elmanya ya di sûcê Qirkirina Ermeniyan de bi zanistî were lêkolînkirin, zelalkirin û hemû arşîv werin vekirin."