Dibe ku teqînên Volkanan dawiya mirovatiyê bîne!
Lêkolînerên Weqfa Zanistê ya Ewropa, îdîa kir dibe ku şaristanî ji ber teqînên volkanîk tine bibe.
Lêkolînerên Weqfa Zanistê ya Ewropa, îdîa kir dibe ku şaristanî ji ber teqînên volkanîk tine bibe.
Lêkolînerên Weqfa Zanistê ya Ewropa, îdîa kir dibe ku şaristanî ji ber teqînên volkanîk tine bibe.
Îxtîmala pêkhatina vê bûyerê heta dawiya vê sed salê di navbera sedî 5 û 10 de ye.
Zanyar li bendê ne ku mîna volkana Tambora ya sala 1815’an pêk hat û 100 hezar kesî jiyana xwe ji dest da, teqînek rû bide.
Bi gotineke din ji teqîna volkana Vezuv a piştî mîladê 79 rû da û Pompeî ji ser nexşerê rakir 20 qat zêdetir bû sedema mirina mirovan.
Di roja me de hin faktorên wek demografî tehlukeyê hê zêdetir dikin. Nifûsa mirovan a derket 7 mîlyarî, gumanan çêdike ku encamên teqîna volkanan zêdetir be.
Encama teqîna volkanan wê tenê ne ev be. Wê avhewa û atmosfer ji nû ve bê sererastkirin. Mijarên xurek û ewlekariya avê wê rê li ber pirsgirêkên mezin veke.
Zanyar, wer difikirin ku civakên me li hember teqînên bi vî rengî ne amade ne.
Zanyar diyar dikin ku têkildarî volkanan pêwîstî bi tevneke çavdêriyê ya 2 mîlyar dolar heye.