Dibe ku buhayê petrolê dakeve

Ajansa Enerjiyê ya Navneteweyî, ragihand ji ber bê îstîqrariya aboriya li welatên petrolê hildiberînin ku hewl didin butçeya xwe bi zêdekirina hilberîna petrolê temam bikin, mimkun e buhayê petrolê hê jî dakeve.

Di rapora ajansê de hat diyarkirin ku çavlirê ye ketina buhayê petrolê heta sala 2016’an dewam dike.

Buhayê varîla petrolê Çileya bihurî ji 115 dolarî daketibû 45 dolaran. Niha varîla petrolê 59 dolar e.

Ji ber daketina buhayê petrolê karê 7 şîrketên mezin ên petrolê ev 2 sal in kêm dibe.

Hat diyarkirin ku yek ji sedema daketina buhayê petrolê jî hilberîna petrolê zinaran a li DYA ye.

Yek ji welatên ku vê mijarê bandoreke xerab lê kir Rûsya ye. Li Rûsyaya ku aboriya wê xwe dispêre dahata gaza xwezayî û petrolê krîzeke aboriyê ya nav lê nehatiye kirin heye.