DÎAYDER'ê 3'mîn kongre xwe ya awarte pêkanî

DÎAYDER'ê 3'mîn kongre xwe ya awarte pêkanî

DÎYADER'ê 3'mîn kongre xwe ya awarte pêk anî. Di kongrê de li ser pêvajoya ku ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin hat rawestandin. Di axaftinan de hat diyarkirin ku, ji bo pêvajoya aşitî û çareseriyê bigehêje serkeftinê pêwîste gelê kurd, tirk, laz, çerke, musilman û ne musilman divê her kes bikeve nava hewildana.

DÎAYDER'ê 3'mîn konre xwe ya awarte li Hola Resepsiyona Parqa Sumerê ya Amedê pêk hat. Di kongreyê oldarên navdar yên wekî Şex Murşid, Şex Takyedin, Keşîşê Dêra Dayika Meryem, Yusuf Akbulut, Rêveberên Rexistina BDP'ê, ÎHD, MEYADER, DİVES, KURDİ-DER, Rêveberê KADEP'ê, Însiyatîfa Aktîvîstên Dayîkên Aşitiyê, Komela Oldarên Bismilê, Platforma Komeleyan, Komela Oldarên Mêrdînê, Danûstandina Koma Dicle Firatê, Rêveberên navçeyên şaredariyan û gelek sazî û dezgeh tevlî bûn. Kongre bi xwendina Quranê dest pêkir.

Piştî xwendina Quranê deqeyeqî ji bo cangoriyên ku di tekoşîna gelê Kurd de jiyana xwe ji dest dane rêz hat girtin. Piştî rêzadariyê Serokê DÎAYDER'ê Zahît Çîftkuran ji bo kesên tevlibûne spasiyên xwe anî ziman. Piştî axaftinê endamên dîwanê hatin hilbijartin. Pîştî hilbijardina dîvanê xalên rojevê hat xwendin û rapora xebatê hat xwendin. Piştre Zahît Çîftkuran mafê axaftinê girt û rapor xwend. Rapor bi hilbijardinê hat pejirandin. Pîştî hilbijardinê endamê DÎVES'ê Mele Abdullah Arkan di axaftina xwe de balkişand ser pêvajoya ku ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hat dest pêkirin û wiha got: "Ji bo ku pêvajoya aşitî û çareseriyê bigehêje serkeftinê pêwîste gelê kurd, tirk, laz, çerkez, misliman û nemisliman divê herkes bikeve nava hewldana ta ku pêvajo bi serkeve."

Pîştî Arkan Hevserokê Rêxistina BDP'ê yê Amedê Mehmet Emîn Yilmaz balkişand ser girîngiya pêvajoyê û gala girîngîya xebatên DÎAYDER'ê kir û wiha got: "Pêwîste gelê kurd ji dîrokê wane derxe û yekitîyê dinava xwede ava bike."

Endamên Însiyatîfa Aktîvîstên Dayîkên Aşitiyê jî diyar kirin ku, AKP di bin navê olê de mêtîngerîya bawerîya hestên gelê Kurd dike û xwestin li beramberî vê yekê oldarên gelê Kurd dibin sîwana DÎAYDER'ê de bibin yek. Dayikan wiha got: "Ola îslamê olekî aştixwez e. Ji bo ku dayîkên kurd û tirk negrîn pêwîste piştgiriyê bide pêvajoyê.”

Pîştî axaftina dayîkan Dîwarê rapora DÎAYDER'ê ya darayî xwend. Rapor bi hilbijardinê hat erêkirin. Ji bo alîkariya Rojava pêşniyar hat pêşkeşkirin û bi hilbijardinê hat erêkirin. Piştî vê sînevîzyon hat pêşkêşkirin û di sînevîzyonê de çalakiyê nimêja înê ya sîvîl û xebatên DÎAYDER'ê hat pêşkeşkirin. Ji bo lijneya Rêvaberîyê; Hadî Koç, Fahrettîn Ugurlu, Suleyman Ekîncî, Zahît Çîftkuran, Kudbettîn Bayler, Ahmet Sonmez, Abdulganî Okay hat hilbijardin. Ji bo rêvaberîya lijneya cîgir jî, Osman Akçay, Hacî Kadah, Îbrahîm Demîray, Ramazan Bîngol, Hamadîn Yurek, Naîf Erdem, Mehmet Guzedîcî hat hilbijardin. Kongre bi xwendîna helbesta Mele Fahredîn Ogulu a ji bo Şex Seîdê Kal û Seyît Rizayê Pahlevan bî dawî bû.