Di vegera ji festîvala Erdîşê de qeza: 2 jê giran 10 birîndar

Di vegera ji festîvala Erdîşê de qeza: 2 jê giran 10 birîndar

Li Wanê, di vegera ji festîvala Încî Kefalî de qezayeke trafîkê rû da û di encamê de 2 jê giran 10 kes birîndar bûn.

Coşa festîvala Încî Kefalî ya li navçeya Erdîşê, bi qezaya trafîkê veguherî xemgînî û şînê. Malbata bi mînîbusê ji festîvalê vedigeriya malê, li derketiya Kargeha Şekir a Erdîşê qeza kir û di encamê de 2 jê giran 10 kes birîndar bûn. Piştî qezayê birîndar Ahmet Savci, Cevdet Alan, Altûn Alan, Tancîhan Savci, Aysel Kaya, Sevda Alan û Omurcan Kaya rakirin nexweşxaneya Dewletê ya Erdîşê û birîndarên din jî rakirin nexweşxaneyên li derdorê. Hat ragihandin ku ji birîndaran rewşa Cevdet û Altûn Alan giran e.