Di trênên qirkirinê de li dijî şîrketa Fransî doz

Li şîrketa Fransî SNCF ya di dema Duyemîn Şerê Cîhanê de bi deh hezaran Yahûdî bi trênan kom kirin û birin kampên berhevkirinê, dozek nû hat vekirin.

Li şîrketa Fransî SNCF ya di dema Duyemîn Şerê Cîhanê de bi deh hezaran Yahûdî bi trênan kom kirin û birin kampên berhevkirinê, dozek nû hat vekirin.

Di doza ku li DYA’yê li Şîrketa Rêyên Hesinî ya Fransayê (SNCF) hat vekirin, tê xwestin ji ber sedema malê qurbaniyên Yahûdî yên şîrketê di hevkariya rejîma Nazî de xesp kiriye, tazmînat  bê dayîn.

Di doza li Chîcago de hatiye vekirin de, hat diyarkirin ku SNCF’ê bi talîmata rejîma Nazî re alavên şexsî yên Yahûdiyên birin kampên berhevkirinê, desteser kirine. Tê îdîakirin ku rayedarên SNCF’ê bi Naziyan re hevkarî kirine, alavên Yahûdiyan desteser kirine û bûne hevkarên sûc.

Di daxwaznameya dozê de hat diyarkirin ku ku desteserkirina alavên şexsî yên kesan, yek ji parçeyek qirkirinê ye.

Di doza ku malbatên mexdurên qirkirinê vekiriye, hat xwestin ku şîrketa Fransî tazmînatê bide, lê çiqas pere bê dayîn, nehat diyarkirin.

Di Duyemîn Şerê Cîhanê sala1940’î de piştî Fransa teslîmî Elmanyayê bû hikûmeta Vînchy bi hikûmeta Naziyan re hevkarî kir.

Rejîma Vîchy ku di navbera 1940-1944’an de serdest bû, bi trênên aîdî şîrketa SNCF’ê ku ji aliyê rejîmê ve hatibûn desteserkirin re, bi deh hezaran Yahûdî  li kampan berhevkirin û biribûn Naziya Elman.

SNCF’ê bi salan ev hevkarî qebûl nekiribû. Şîrketê di 2011’an de xemginiya xwe anîbûn ziman.

Şîrket di salên dawî de bi îhaleyên trên û rêyên hesînî yên DYA’yê balê dikişîne û di vê mijarê de bi şîrketa Deutsche Bahn re di pêşbirkê de ye.