Di teqîna li Kerkûkê de 12 kes birîndar bûn

Di teqîna li Kerkûkê de 12 kes birîndar bûn

Piştî teqîna mezin ya li taxa Huzeyran ku zêdetir li 75 kes jiyana xwe ji dest dabûn, îro di serê sibê de li taxa Wasîtî ya bajêr teqînekî din çêbû û 12 kes birîndar bûn.

Li gorî agahiyên ku ji herêmê hatine girtin, îro serê sibehê li taxa Wasîtî ya bajarê Kerkûk otomobîlek bombekirî teqiya û di encama teqînê de 5 jê sivîl û 7 polîs bigiştî 12 kes birîndar bûn.

Her wiha jî hate diyarkirin ku, otomobîla hatî bombekirin li tenişt cadeya mezin ya taxê hatibû bicih kirin û dema ku maşîneya polîsan ya dewriyeyê derbazbû teqîn pêkhat.