Di sînorê Qilabanê de amadekariyên operasyonê
Di sînorê Qilabanê de amadekariyên operasyonê
Di sînorê Qilabanê de amadekariyên operasyonê
Hate ragihandin ku, Fermandariya Tûgaya Gulyazi amadekariyan dike ku operasyonekî leşkerî li ser sînorê navçeya Qilabana Şirnexê pêkbîne.
Li gorî agahiyên ku ji herêmê hatine girtin, bi îdiaya ku komek gêrîla li bejahiya gundê Gulyazi yê li ser sînorê Başûrê Kurdistanê ye, leşkerên Tirk dest bi amadekariyên operasyonê kirin.
Hate îdiakirin ku, di çarçoveya operasyonê de li Fermandariya Tûgaya Gulyazi amadekarî tên kirin û dê îşev li herêma sînor operasyonê pêk bînin.