Di şertên şer de 10 hezar îmze
Di şertên şer de 10 hezar îmze
Di şertên şer de 10 hezar îmze
Endmê Komîteya berpirsyar a Berhevkirina Îmzeyan ji bo azadiya Rêberê Gelê Krud Abdulah Ocalan li Helebê Xerîb Hiso da zanîn ku heta niha li Helebê 10 hezar Îmze ji bo azadiya Ocalan hatine berhevkirin.
Li Helebê Endamê Komîteya Berpirsyar a Komîteya Berhevkirina Îmzeyan Xerîb Hiso, diyar kir ku Li taxên Helebê Eşrefiyê, Seken Şebabî, Şêxmeqsûd Xerbî û Şerqî di nava çar rojan de, tevî rewşên şer jî 10 hezar îmze ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan hatin berhevkirin.
Kampanya berhevkirina Îmzeyan ku li Rojavayê Krudistanê hate destpê kirin, li Helebê beriya 4 rojan li 6 navendan li Şêxmeqsûd û Eşerefiyê, her wiha komîteyên gerok li taxên Heyderiyê, Şêx Faris û Beedîn jî îmzeyan berhev dikin. Li gorî komîteya berhevkirina îmzeyan heta niha li Helebê 10 hezar îmze hatine berhev kirin.
Endamê Komîteya Berpirsyar a Komîteya Berhevkirina Îmzeyan Xerîb Hiso destnîşan kir ku ne ji ber rewşa şer û pevçûnan de ba dê bi sedhezaran îmze bihatana berhev kirin, lê tevî ku bi hezaran welatî ji van taxa koçber bûne û ewlehiya Helebê ne baş e heta niha 10 hezar îmze hatine berhevkirin û hîn hejmar dê zêde be. Hiso, diyar kir ku welatî ji hemû pêkhateyan îmzeyên xwe ji bo azadiya Ocalan dan.
Derbarê firehbûna kampeya wan de jî Hiso ev tişt got: “Me xwest ku li taxên Suryan ya Kevin û Nuh û Şêx Xidir û taxên din jî îmzeyan berhev bikin lê ji ber ku hêzên rêjîmê di van taxan de hêzên xwe bi cih kirine me nedikarî xwe bighînin wan.”
Komîteya berhevkirina îmzeyan li Rojavayê Kurdistanê beriya niha diyar kir ku li seranserî Rojavayê Kurdisrtanê û Sûriyê 5 sed hezar îmze hatine berhevkirin û kampanî hîn didome.