Li Elmanyayê ku di 7 mehên destpêkê yên salê de 218 hezar serlêdanên penaberiyê lê hatin kirin, hikûmetê ragihand ku hejmara serlêdanan heta dawiya salê dibe ku bigihêje 800 hezarî. Welat, xwe ji bo pêleke mezin a penaberan, amade dike.
Wezîrê Karên Hundir ê Federal Thomas de Maîzîere duh daxuyaniyek da û diyar kir ku dibe ku Elmanya koça herî mezin a penaberan dîroka xwe bijî. Wezîr anî ziman ku texmîna wan a herî bilind ji bo serlêdanên penaberiyê yên heta dawiya salê, 800 hezar e û got, "Ev yek ji bo me hemûyan tê wateya wezîfeyeke mezintir."
De Maîzîere diyar kir ku welatê wan dikare ji binê barekî bi vî rengî Yê penaberan rabe û got, "Divê welatê me çend salên din jî xwe ji bo hejmareke bilind a penaberan amade bike. Divê her penaberê tê Elmanyayê bi qîmet, ewle û durustî were pêşwazîkirin." Maîzîere destnîşan kir ku li dijî êrîşên li hemberî wargehên penaberan jî ew ê bi 'şêweyê herî tund' tevbigerin.
De Maîzîere anî ziman ku ji bo wergirtina serlêdanên penaberan û bicihkirina wan, pêwîstî wargeh an jî lojmanên ji 100 heta 150 hezar kesan heye, di rewşeke berevajî de wê penaber neçar bimînin li wargehên ji konan bimînin.
Li gorî texmînên heta roja îro ji aliyê Daîreya Penaber û Koçê ya Federal (BAMF) ve hatin kirin, heta dawiya salê wê 450 hezar penaber bihata. Heta dawiya meha Tîrmehê 218 hezar serlêdanên penaberiyê hatin kirin. Tê payîn ku bi taybetî di Tebax û mehên payîzê de koçeke mezin a penaberiyê rû bide.
Di dîroka Elmanayyê de ji bilî Elmanyên piştî Duyemîn Şerê Cîhanê ji Polonya û Çekoslovakyayê hatin koçkirin, asta herî bilind a herikîna penaberan di sala 1992'an de pêk hatibû. Di sala 1992'an de 438 hezar penaberan serlêdan kiribûn û di salên piştî vê de ev hejmar kêm bû û di sala 2008'an de daket 28 hezarî.
Serlêdanên penaberiyê piştî sala 2009'an zêde bû û di sala 2012'an de 77 hezar, di sala 2013'an de 127 hezar, di sala 2014'an de jî 202 hezar penaberan serlêdan kiribûn.