Di şerê li Efrînê de 15 çekdar hatin kuştin
Di şerê li Efrînê de 15 çekdar hatin kuştin
Di şerê li Efrînê de 15 çekdar hatin kuştin
Li Derdora gundê Mezreê ya navçeya Şera ya Efrînê pevçûnên di navber Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û çekdarên Artêşa Azad didomin.
Pevçûnên li gundê Mereskê ya navçeya Şera ya Efrînê ku ji êvara roja duşemê di navbera tabûra Elfirsan a Artêşa Azad ku li bajarê Îzazî êrîşî gundên kurda kirin û şervanên YPG᾿ê yên ku neçar man bersiva êrîşan bidin hîn didomin. Şêniyên gundê Mereskê pişgirtiyeke mezin bi şervanên YPG᾿ê re nîşan dan. Di encama pevçûnên ku çend saetan dom kir şervanên YPG᾿ê gundê Merezgê bidest xistin, lê pevçûn veguhezî derdora gundê Mezra ya nêzî wê.
Li gorî agahiyên hatin wergirtin, li gundê Mereskê, di pevçûnên 2 rojan de zêdî 15 çekdaran hate kuştin û gelek din birîndar bûn. Her wiha turimbêlek doşka li ser û 2 mal ku çekaran ji xwe re kiribûn wargeh hatin rûxandin.Di roja 2᾿emîn ji pevçûnan de şervanên YPG᾿ê gundên Kefer Meze ya nêzî gundê Mereskê û gundê ku kurd û ereb lê jiyan dikin pişgirtiya şervanên YPG᾿ê kir.
Pevçûn îro di saetên êvarê de li derdora gundê Mezrea dijwar bûn û hîn didomin.
Li aliyeke din bi sedan welatiyên kurd ku hin ji wan endamên Meclîsên gelin, li ber avahiya Meclîsa gel a Efrînê hatin cem hev û banga biçekirina wan kir da ku bi erkê xwe yê parastinê rabin û li kêleka şervanên YPG᾿ê bisekinin. Welatiyan piştî êrîşa li ser gundê Mereskê çekên xwe yên sivik û navîn rakirin û herêmên xwe ji êrîşên muhtemel dikin. Endamên Meclîsan ku dest bi parastinê kirin dan zanîn ku gelê kurd dengê xwe dane wan ji ber vê yekê ew ê bi hemû hêza xwe parastina herêmê bikin.
Hejmara welatiyên ku çekên xwe rakirin gihişte 175 kesî, welatî ji ciwan û mezinan pêk tên hate hînbûn ku mirovên bi temenê xwe mezin di nava weltiyan de hebûn. Welatiyan li gorî ferman YPG᾿ê û hêzên Asayîşê xwe belevkirin. Welatiyên herêmê derdikevin dewriya û hin li kêleka YPG᾿ê şerê komên çet dikin û hinek din avahî û saziyan diparêzin.
Li aliyeke din komên çete ên ku li ber berxwedanna şervanên YPG᾿ê têk diçin, li derdora gundê Bênê zeviyên genim û cehê welatiyên kurd şewitandin.
Gundên navçeya Şêrawa ya Efrînê ku beriya niha pevçûn lê bi dijwarî rû dabûn û şervanên YPG᾿ê komên çete ji wan derxistin di nava bê dengiyekê jiyan dike û gundiyên ku ji ber pevçûnan koçber bibûn vedgerin malên xwe.