Di sala 2015'an de 1634 kes hatin îdamkirin
Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî ragihand ku di sala 2015'an de li gelemperiya cîhanê 1634 kes hatine îdamkirin.
Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî ragihand ku di sala 2015'an de li gelemperiya cîhanê 1634 kes hatine îdamkirin.
Hat argihandin, ji sedî 90 ê îdaman li Îran, Pakîstan û Erebîstana Siûdî hatine kirin.
Di rapora Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî de hat destnîşankirin, ku hejmara mirovên di sala 2015'an de hatine îdamkirin, li gorî sala 2014'an 573 kes zêde bûne, ev yek jî tê wateya; zêdebûnek ji sedî 54 a salan e.
Rêxistinê diyar kir, hejmara îdamên di sla 2015'an de hatin kirin, di asta rekorê ya 25 salên dawî de ye.
Li gorî vê yekê li Erebîstana Siûdî di nava sala 2015'an de 158, li Îranê jî 977 kes hatin îdamkirin.
Rêxistina Efûyê da zanîn li Pakîstanê jî 326 kes hatin îdamkirin û ev yek rekora nava vî welatî ye.
Di nava vê raporê de îdamên li Çînê hatine kirin cih negirt. Ji ber ku cezayê îdamê yê li Çînê weke sira dewletê tê qebûlkirin, agahiyên li ser mirovên hatine îdamkirin, bi raya giştî re nayên parvekirin.
Li DYA jî par 28 kes hatin îdamkirin.