Di pevçûnên navçeya Şêrewa de 2 çekdar hatin kuştin
Di pevçûnên navçeya Şêrewa de 2 çekdar hatin kuştin
Di pevçûnên navçeya Şêrewa de 2 çekdar hatin kuştin
Li gundê Basilê ya navçeya Şêrewa ya Efrînê pevçûn ji birbangê ve di navbera Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û komên çekdar de demdemî didomin. Di encamê de 2 çekdar hatine kuştin.
Çavkaniyekî ji YPG’ê diyar kir ku li gundê Aqîbê yê navçeya Şêrewa ya Efrînê pevçûnên demdemî ji birbanga vê sibê ve di navbera YPG’ê û komên çekdar ku di gundê Basilê ya heman navçeyê de bi cih bûne rû didin.
Çavkanî da zanîn ku di encama pevçûnan de 2 çekdar li gundê Basilê di pevçûnên demdemî de di navbera YPG’ê û komên çekdar de hatine kuştin û hejmarek jî birîndar bû.
Her wiha çavkanî di derbarê nûçeyên ku dibêjin peymaneke lihevhatinê di navbera YPG’ê û komên çekdar de hatiye îmzekirin derewand û diyar kir ku pevçûnên demdemî di navbera YPG’ê û komên çekdar de li gundê Basilê û li ser rêya di navbera di navbera gundên Basilê û Aqîbê de û hin deverên nêzî vir hîn didomin.
Bi têkliyeke telefonê bi welatiyekî ji gundê Basilê re diyar kir ku komên çekdar nahêlin welatî ji gund derkevin, her wiha welatiyên ji gund birevin bi kuştinê têne tehdîd kirin. Welatiyên di gund de rewşeke tenduristî û mirovane pir xerap jiyan dikin.