Di pevçûnên li Şêrewayê 7 endamên komên çekdar hatin kuştin
Di pevçûnên li Şêrewayê 7 endamên komên çekdar hatin kuştin
Di pevçûnên li Şêrewayê 7 endamên komên çekdar hatin kuştin
YPG ragihand ku di şerê duh yê li navçeya Şêrewanê de 7 endamên komên çekdar hatin kuştin û gelek jî birîndar bûn. 2 kesên dîl ketine destê hêzên YPG’ê jî derbarê bûyeran de axivîn.
Fermandarê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ji ajansa ANHA’yê re diyar kir û got: “Pevçûn ji birbangê ve di navbera YPG’ê û komên çekdar de dema hewldidan ku kemînekê ji YPG’ê re li ser riya gundê Basilê û Zaretê yên navçeya Şêrewa çêbikin, rû dan. Di encama pevçûnan de ku bêtirî 3 saetan dirêj kir 7 kes ji komên çekdar hatin kuştin, her wiha hejmarek jî birîndar bûn û yên mane jî reviyan.”
Li aliyekî din 2 kesên ku di pevçûnên roja Înê de dîl hatine girtin axivîn û poşmanbûna xwe di beşdariya xwe di pevçûnan de anîn ziman. Endamên komên çekdar yên dîl ketin destê YPG’ê diyar kirin ku, fermandariya wan “Tugaya El-Tewhîd” hejmarek çekdar ji bajarê Helebê anîn û li bajaroka Dêrcemalê kom kirin û ji wan re gotibûn ku dê herin şerê rejîmê û leşkerên Hizib Al-Lah li bajarokên Nibol û Zahraa bikin.
Yekî ji yên dîl got ku, hin fermandarên wan Tugayan têkliyên wan rasterast bi istixbaratên rejîmê re hene û êrîşên li ser hin navendên ewlehiya leşkerî ya rejîmê haya istixbarat jê heye.
Dîlê bi navê Îsmaîl Ehmed Îsmaîl ji tabûra Ebo Cumaa ya Tugaya El-Tewhîd diyar kir ku, fermandariya Tugayê hejmarek ji çekdaran ji taxa Seken El-Şebabî ya bajarê Helebê bi hinceta bi leşkerên Hizib Al-Lah re li bajarokên Nibol û Zahraa şer bikin anîne, lê dema ew li gundê Zaretê şerê Kurdan dikirin ew matmayî mane.
Îsmaîl da zanîn ku, Şêxekî fetwayek di derbarê rewatiya vî şerî de derxistiye, her wiha got ku, wan tehdîd ji fermandarê xwe dîtine eger bi paş ve vegerin.
Herdu kesên dîl hatine girtin bang li hevalên xwe û Artêşa Azad kirin ku çekên xwe berve rejîma Baasê bikin û dijmantiyê di navbera biratiya Kurd û Ereban dernexin. Her wiha diyar kirin ku, ji ber şerê wan bi Kurdan re moralên lêşkerên Artêşa Azad pir daketî ne.
Hate zanîn ku, pevçûn heta niha bi awayekî demdemî li gundên Basilê, Aqîbê, Bênê û li ser rêya di navbera Basilê û Zaretê de yên navçeya Şêrewa ya Efrînê hîn didomin.