Di "Pêncşema Reş" de daxwaza berdana girtiyên siyasî

Di "Pêncşema Reş" de daxwaza berdana girtiyên siyasî

Di çalakiyên "Pencşema Reş" ên ji bo siyasetmedarên kurd û şaredar serbest bên berdan her hefte tên lidarxistin de hate xwestin ku hemû girtiyên siyasî serbest bên berdan.

Li navçeyên Pirsus û Wêranşarê yên Rihayê, navçeya Dêrîkê ya Mêrdîn, navçeya Peyas a Amedê û bajaroka Eganis ya navçeya Erdîşa Wanê çalakiyên heftane yên bi navê "Pencşema Reş" ên ji bo siyasetmedarên kurd û şaredar serbest bên berdan tên lidarxistin berdewam kir. Di çalakiyan de wekîlê şaredaran, rêveberên BDP'ê, endamên meclîsa şaredariyan, rêveberên Genel-Îş'ê, endamên Tum Bel-Sen'ê û gelek kesên din tevlî çalakiyan bûn. Di çalakiyan de pankratên "Dest neda vîna min" û "Vîna me rûmeta me ye rûmeta me hinceta jiyana me ye" hatin vekirin û wêneyên şaredarên girtî hatin daliqandin. Di daxuyaniyên hatin xwendin de hate diyarkirin ku hişmendiya faşîst a AKP'ê ya hilbijartinên sala 2009'an hazmnekirin li hemberî şaredar û endamên meclîsa şaredariyê operasyonên qirkirinê pêk anîn û wiha hate gotin: "Şaredar, siyasetmedar û endamên meclîsa şaredariyê bi hincetên vala ên ji aliyê polîsan ve hatin amadekirin hatin girtin. Ji bo van komployan veşêrin ji li ser dosyayan biryarên veşartinê hatin dayîn. Lê me lîstikên polîsên AKP'ê berê jî dîtibûn. Hêj jî ev lîstin berdewam dikin. Hevalên me yên tenê ji bo mafên demokratîk têkoşîn dayîn demildest divê serbest bên berdan. Pêvajoyekî nû jî dest pê kiriye. Gerîla ji bo aştiyê li ser banga Birêz Abdullah Ocalan derdikeve derveyî sînor. Di pêvajoya aştiyê de ev gavekî herî mezin e. Li hemberî vê yekê hêj hikûmeta AKP'ê tu gav neavêtin e. Em dixwazin hikûmeta AKP'ê gavên şênber bavêje. CHP û MHP li hemberî pêvajoyê asteng in." Di çalakiyan de hate xwestin ku demildest siyasetmedarên kurd û şaredar serbest bên berdan.

Piştî daxuyaniyan çalakiyên rûniştinê pêk hatin.