Di nimêjên Înê de bi hezaran welatiyan rêz girt

Di nimêjên Înê de bi hezaran welatiyan rêz girt

Li gelek bajar û navçeyên herêmê bi hezaran welatiyan di nimêjên înê de nimêj kirin. Di weazên de bal kişandin ser berxwedana Parqa Gezî û nerazîbûn li dijî dijwariya polêsan hat nîşandan. Hate gotin ku cihê şîdetê di quranê de tuneye.

Li Sêrtê li qata bi ser avahiya BDP'ê, Misirc li avahiya BDP'ê, Sîlopî li qada vala ya li ber avahiya BDP'ê ya Sîlopiyê, Hezex li Mala Gel a Şaredariya Hezexê ya li Parqa Aştiyê, Cizîr li Parqa Şaredariya Cizîrê ya taxa Cudî, Amed li Suka Binerd a Selahattîn Eyyubî ya li Qada Derê Çiyê, Bîsmîl li Parqa Halîl Îbrahîm Oruç, Farqînê li Mala Şînê ya Navendê, Nisêbînê li Parqa 100 Yilê ya li ber Navendan Çandê ya Mîtannî, Wan li înşata otoparqa Şaredariyê û li Milazgirê li avahiya BDP'ê bi hezaran welatiyan nimêjên înê kirin. Di nimêjan de melayan bi kurdî weaz dan. Di weazan de melayan bal kişand ser berxwedana Parqa Gezî ya Taksîmê û şîdeta polîsan a li hemberî çalakvanan hate şermezarkirin. Di weazan de hate diyarkirin ku cihê şîdetê di Quranê de tuneye. Piştî weazan bi hezaran welatiyan nimêja înê kirin.