Ji destpêka vê salê û vir ve 1.900 kes li Derya Spî li ser rêya koçberiyê jiyana xwe ji dest dan, lê pêla koçberiyê dewam dike. Hat ragihandin ku di operasyonên duh de bi hezaran koçber hatine rizgarkirin.
Li gorî agahiyên ji aliyê rayedarên Îtalyayê ve hatin dayîn, 2.700 koçberên ji Lîbyayê bi 13 botan hatin û di nava keştiyan de asê man, hatin rizgarkirin. Hat ragihandin ku beşek ji van koçberan bi 9 botên plastîk ên ji hewa û 4 jî bi keştiyê ketine ser rêya koçberiyê.
Tê gotin ku beşek ji koçberan ji aliyê keştiyên di navbera herêma Lîbya û Sîcîlyayê de wezîfedar in ve hatin rizgarkirin, keştiyek Rêxistina Doktorên Sînornenas (MSF) jî penaberên di 5 botan de rizgar kiriye. Her wiha keştiya artêşa Elman a bi navê Werra jî kesên di du keştiyan de asê mabûn, rizgar kir.
Li gorî agahiyan ji koçberên hatin rizgarkirin 680 ji wan bi keştiyeke bi tenê hatine şandin.
Hejmara koçberên ji destpêka vê salê û vir ve di ser Derya Spî re xwe gihandine welatên Yekîtiya Ewropayê 150 hezar derbas kir. Herî kêm 1.900 kes jî li deryayê jiyana xwe ji dest dan.