Di navbera Koreya Bakur û Rûsyayê de krîza keştiyê

Koreya Bakur ku di dema dawî de ji ber ceribandina fuzeyên nukleerî navbera wê bi civaka navneteweyî re xera bûye, niha jî Rûsyayê re di nava rewşeke aloz de ye.

Keştiyeke ger û geştê ya taybet (yat) a Rûs, ku nêzî peravên Koreya Bakur bû hat desteserkriin û 5 personelên wê hatin binçavkirin. Ev keştî dema ji Başûrê Koreyê ji bo biçe Rûsyayê ji Derya Japon derbas dibû hat desteserkirin. Hat ragihandin, ev keştî birine Bendera Kîmchaekê.

Rûsyayê nerazîbûneke tund nîşanî desteserkirina keştiyê û binçavkirina personelên wê da. Rayedarên Rûs bang li Koreya Bakur kirin, ku kesên binçavkirî bi lezgînî serbest berde.

Li gorî nûçeya BBC, Rûsyayê têkildarî bûyerê daxuyaniyek ji Koreya Bakur xwestiye.

Berdevkekî Wezareta Karên Derve ji ajansa Rîa Nowostî re axivî û anî ziman, ku ew hîn bûne rewşa tenduristiyê ya welatiyên Rûs ên hatine binçavkirin, baş e.

Koreya Bakur tevî ku li qada navneteweyî îzole bûbû jî, di têkiliya bi Rûsyayê re pirsgirêk cidî nedijiya.