Di navbera hikûmeta Başûrê Kurdistan û Îranê de hevpeymanek nû
Di navbera hikûmeta Başûrê Kurdistan û Îranê de hevpeymanek nû
Di navbera hikûmeta Başûrê Kurdistan û Îranê de hevpeymanek nû
Hikûmeta Herêma Başûrê Kurdistanê ku ji 19’ê Gulanê ve deriyê sînor ê Sêmalkan ê di navbera Başûr û Rojavayê Kurdıstanê de ye girtiye, ligel dewleta Komara Îslamî ya Îranê lez daye peywendiyên aborî û bazirganiyê.
Hikûmeta Herêma Başûrê Kurdistanê tevî ku rewşa gelê Rojavayê Kurdistanê ne baş e jî ji 19’ê Gulanê ve Deriyê Sînor ê Sêmalka girtiye. Ligel wê bi dewleta Îranê re lez daye peywendiyên aborî û bazirganiyê û herî dawî çend hevpeymanên nû yên bazirganî û aboriyê îmze kirine.
Cîgirê Serokkomarê Îranê Elî Seîdî ji malpera Fransa News re ragihand ku, wan ligel Hikûmeta Herêma Başûrê Kurdistanê der barê aborî, veguhestina petrolê, ceyranê û kar û barên avakirinê de hevpeymaneke nû îmze kirine.”
Karbidestên Hikûmeta Herêma Başûrê Kurdistanê jî ragihandin ku, bazirganiya di navbera Îranê û Herêmê de gihiştiye 4 milyon dolaran.