Di navbera Azerbaycan û Ermenîstanê de şerê 'Karabag'ê

Aloziya li ser Karabagê ya di navbera Azerbaycan û Ermenîstanê, îro bû sedem ku li ser sînor şer biqewime. Serokdewletê Rûsyayê Pûtîn banga agirbestê li aliyan kir.

Ji ber şerê rû daye, her du alî hevdu sûcdar dikin. Hat argihandin, artêşa Ermenîstanê gule li çeperên leşkerî û gundên li herêmê reşandine û artêşa Azerbaycanê jî bersiv daye.

Wezareta Parastinê ya Ermenîstanê jî diyar kir, hêzên Azerbaycanê bi tank, top û balafirên şer tevahiya şevê êrîş kirine, li ser vê yekê Ermenîstanê jî dest bi êrîşa dijber kiriye.

Wezareta Parastinê ya Ermenîstanê da zanîn, ji her du aliyan kuştî çêbûne. Rayedarên Ermenî dan xuyakirin ku wan li helîkoptereke Azerî xistine.

Serokdewletê Rûsyayê Pûtîn banga agirbestê li aliyan kir.