Di nava rojekê de 6 hezar koçber derbasî Makedonyayê bûn
Bi hezaran koçberên çend rojan li ser sînor hatin sekinandin, ketin nava Makedonyayê. 6 hezar koçberên li ser sînorê Yewnanîstan-Makedonyayê, derbasî Makedonya bûn.
Bi hezaran koçberên çend rojan li ser sînor hatin sekinandin, ketin nava Makedonyayê. 6 hezar koçberên li ser sînorê Yewnanîstan-Makedonyayê, derbasî Makedonya bûn.
Bi hezaran koçberên çend rojan li ser sînor hatin sekinandin, ketin nava Makedonyayê. 6 hezar koçberên li ser sînorê Yewnanîstan-Makedonyayê, derbasî Makedonya bûn. Tê payîn ku koçber di demeke kurt de xwe bigihînin Sirbîstanê. Xaça Sor ragihandin ku di 23'ê Tebaxê de 6 hezar kesan sînor derbas kirine.
Li gundê Mîratovac ê li ser sînorê Sirbîstan-Makedonyayê, stargehên Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) ji bo penaberan çêkir, têrê nekir. Hat ragihandin ku di nava yên tên de gelek zarok û jinên ducanî hene. Koçber wê piştre bi otobusan ji bajarê Presevo re bên şandin. Ji bo li vir rêwîtiyê bikin, wê agahiyên pêwîst werin dayîn.
Tê texmînkirin ku koçber wê piştre ji bo derbasî nava Yekîtiya Ewropayê bibin, biçin Macarîstanê. Lê belê Macarîstan ji bo pêşî li derbasbûna koçberan bigire niha li ser sînorê Sirbîstanê dîwarê bi 4 metreyan bilind û 175 kîlometreyan dirêj lê dike.
Li gundê Gevgelîja yê Makedonyayê jî, rewşa awarte û pêşîgirtina li derbasbûna koçberan, hat terikandin. Rayedaran diyar kirin ku di meha Tîrmehê de 37 hezar koçber ji gundê Gevgelîja derbas bûne.