Di nava penaberên li Derya Spî de îdîaya komkujiya olî

Tevî dramên penaberiyê yên li Derya Spî hat îdîakirin ku şerên olî jî rû dane.

Tevî dramên penaberiyê yên li Derya Spî hat îdîakirin ku şerên olî jî rû dane. Hat îdîakirin ku di keştiyeke ji Lîbyayê berê xwe da girava Sîcîlya ya Îtalyayê, herî kêm 12 penaber ji ber Xiristiyan bûn hatine qetilkirin.

Li gorî nûçeyên di medya Îtalyayê de cih girtin, di keştiya xwe gihand girava Sîcîlyayê de, herî kêm 12 penaber ji ber olê xwe hatine qetilkirin. Hat îdîakirin ku yên hatine qetilkirin Xiristiyanên ji Nîjerya û Ganayê. Li gorî îdîayan, komeke ji penaberên Misilman ew avêtine nava deryayê.

Hat ragihandin ku keştiya mijara gotinê ji Lîbyayê ketiye ser rê û ji gelek welatan penaber tê de hebûn.

Polîsê Îtalyayê ragihand ku komeke ji 15 kesan gefa avêtina nava deryayê li Xiristiyanên ji Nîjerya û Ganayî xwariye û dûre 12 ji vê komê avêtine nava deryayê. 

Rayedarên polîsan dan zanîn ku îfadeyên penaberan ên li ser îdîayê 'hevgirtî' ne. Li gorî agahiyan, penaberên din ên di keştiyê de wêneyên bûyerê jî kişandine.

Hat ragihandin ku polîsê Sîcîlyayê hewl didin penaberên tevlî bûyerê bûne tespît bikin.