Di nava hefteyekê de li Bexdayê êrîşa sêyemîn a bombeyî

Li paytexta Iraq Bexdayê ku ev hefteyeke êrîşên giran ên bombeyî rû didin, yeka nû pêk hat. Di êrîşa bi wesayîta bombebarkirî ya li semteke Şîan de herî kêm 20 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Li paytexta Iraq Bexdayê ku ev hefteyeke êrîşên giran ên bombeyî rû didin, yeka nû pêk hat. Di êrîşa bi wesayîta bombebarkirî ya li semteke Şîan de herî kêm 20 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Di êrîşa li qada bazarê ya li semta Sûrta de herî kêm 50 kes birîndar bûn. Li ser îhtimala berpirsyariya DAIŞ'ê ya di vê êrîşê de tê sekinandin.

Li paytext Bexdayê ev heftyeke sê êrîşên bi wesayîtên bombebarkirî tên lidarxistin. Tê gotin ku DAIŞ bi êrîşên bi vî rengî re dixwaze rê li ber panîkê veke û 'morala' xwe ya li eniyê winda kiriye, careke din werbigire.