᾿Di nava Cebhet El-Nusra de Kurdên ji başûr hene᾿
᾿Di nava Cebhet El-Nusra de Kurdên ji başûr hene᾿
᾿Di nava Cebhet El-Nusra de Kurdên ji başûr hene᾿
Çekdarên Cebhet El-Nusra 2 ciwanên kurd ên ji başûrê Kurdistanê vedgeriyan li Tel Xelaf girtin û îşkenceya piskolojî li wan kirin. Ciwanên ku hatibûn girtin diyar kirin ku di nava çekdarên Cebhet El-Nusra yên li Serêkaniyê de kurdên ji başûrê Kurdistanê hebûn.
Cekdarên Cebhet El-Nusra ciwanên bi navê Xalid û Ednan ên ji gundê Findir ya girêdayî Til Ebyd girtin û li gundê Til Xelefa a Serêkaniyê ew tevî zadî 50 kesên din girtin. Piştî 6 saetan çekdarên Cebhet El-Nusta Xalid û Ednan serbestberdan.
Xalîd û Ednan bûyera revandina xwe ya ji aliyê Cebhet El-Nusra ji ANHA᾿yê re vegotin. Xalild û Ednan dan zanîn ku dema ji başûrê Kurdistanê vedigeriyan mala xwe ya li gundê Findirê, li gundê Til Xelaf a girêdayî Serêkaniyê çekdarên Cebhet El-Nusra otobûsa wan rawestandin û rêwî kontrol kirin.
Xalid da zanîn ku li ser benda kontrolê ya Til Xelaf çekdarên Cebhet El-Nusra otobûsa wan rawestandin û lêgerîn kirin. Xalid destnîşan kir ku dema koma çekdar hînbûn ku ew kurdin ew daxistin û ew kirin odeyekê tarî ku zêdeyî 50 kesên ji aliyê wan ve hatbûn girtin têdebûn bicih kirin. Xalid wiha dim kir:᾿̓ çav û destên me girêdan, gef li me dixwarin û her kêliyekê yek dihat, em bi kuştinê tehdîd dikirin û gulle li ser serê me berdidan. Tevî ku gotinên kirêt ji mere digotin bandikirin ᾿Elah û Ekber᾿. Di wê demê de me dixwest ez bimrim û ne di wî halîde bana.᾿̓ Ednan û Xalid rastî îşkenceya piskoljî û bi kuştinê hatin tehdîd kirin.
Hin çekdarên kurd ji başûr jî hebûn
Vê carê Ednan behsa bûyerê kir û ev tişt anî ziman:᾿̓ Ji ber ku çekdarên kurd di nava Cebhet El-Nusra hebûn ez pir aciz bûm. Di dema girtina me de dengê hinek çekdarên bi soranî diaxivîn hate min, ji bo ez ji wa nre bibêjim em sivîlin tu têkiliya me bi hêzên leşkerî re tune ye min xwe nêzî wan kir. ji ber ku ez li başûr xeb,tîme min zaraveya wan baş nas kir. lê nehiştin ez nêzî wan bibim, gef li me xwarin, gotinên kirêt ji mere kirin û em bi kuştinê tehdîd kirin.᾿̓
Xalid û Ednan diyar kirin ku piştî 6 saetan ji tehdîd û îşkenceya nefsî komên çekdar ew serbest berdabn û ev tişt gotin:᾿̓ Dema em derketin kesekî çekdar li ser doşka bû, bi kurdî bi mere axivî û gotin ji benda kontrolê ya pişt me haydar bin ev mirovên pir xerabin.᾿̓
Ednan û Xalid destnîşan kirin ku tiştê pir ew êşandiye ku kesên kurd di nava van komên çekdar de hebûn û welatiyên kurd ji otobûsan dadixistin û îşkenca li birayên xwe yên kurd dikirin.