Di nava 7 mehan de 2 hezar koçberan li Derya Spî jiyana xwe ji dest dan

Hejmara penaberên xwe li welatên Ewropayê digirin roj bi roj zêde dibe. Li Derya Spî hejmara koçberên di nava 7 mehan de jiyana xwe ji dest dan, gihaşt 2 hezarî.

Hejmara penaberên xwe li welatên Ewropayê digirin roj bi roj zêde dibe. Ji Çileya îsal û vir ve hejmara mirovên di 'rêwîtiya ber bi hêviyê ve' jiyana xwe ji dest dan, gihaşt 2 hezarî.

Li gorî daneyên Rêxistina Koçê ya Navneteweyî (IOM) hejmara koçberên ji destpêka îsal û vir ve xwe gihandine welatên Yekîtiya Ewropayê (YE) gihaştiye 188 hezarî. Ji koçberên hewl dan xwe bigihînin YE 2 hezar kes li Derya Spî jiyana xwe ji dest dan.

Li gorî daneyên IOM, zêdeyî nîvê koçberên xwe gihandin YE, hatin Yewannîstanê. Ji 1'ê Çileyê û vir ve hejmara koçberên hatine Yewnanîstanê 97 hezar e. Her wiha 90 hezar 500 kes gihaştin Îtalyayê.

Ji sedî 95 ê mirinên li ser rêya Yekîtiya Ewropayê, di rêya ber bi Îtalyayê de rû dan. Ji penaberên li Derya Spî berê xwe dan Îtalyayê 1.930 kesan jiyana xwe ji dest dan. Bi qasî 60 penaberên di ser Tirkiyeyê re ji derya Egeyê berê xwe dan Yewnanîstane, jiyana xwe ji dest dan.

IOM da xuyakirin ku 19 penaberên di awiya hefteyê de li Qenala Sîcîlyayê jiyana xwe ji dest dan, di nav vê hejmarê de nîne. Ji van penaberan 14 jê, ji ber tîbûna di keştiyê de jiyana xwe ji dest dabûn.