Di nava 3 mehan de 12 kes li Urmiyeyê xeniqîn

Di nava 3 mehan de 12 kes li Urmiyeyê xeniqîn

Di nava 3 mehan de herî kêm 12 kes di robar û çemên bajarê Urmiyeyê de jiyana xwe ji dest dan. Herî dawî ciwanekî 20 salî duh di bendava Xakî Kelwansî Xoy de xeniqî.

Rêveberê Heyva Sor a Urmiye Yehya Zeynelpor Fetahî di vê der barê de wiha got; “Di van demên dawî de bûyerên xeniqandinê di avên Azadî û herêmê de zêde bûne, pêwîst e kar û xebatên fêrkirina melevanî û çêkirina cihên melevaniyê di nav bajêr de bêne çêkirin ji bo zarok, ciwan xwe fêr bikin û pêşî li van bûyeran bêne girtin.”  Fetahî axaftina xwe wiha berdewam kir; “Di nava 3 mehan de 12 kes ku pirraniya wan ciwan bûn di nava van robaran de jiyana xwe ji dest dan. Di bûyera herî dawî de duh ciwanek 20 salî ji bo girtina masiyan ku çû Bendava Xakî Kelwansî Xoy, ji ber melevanî nizanîbû ket avê û xeniqî.”