Di muzakereyên nukleerê yên bi Îranê re 'ji sedî 99' encam bi dest ket

Aliyên li Awûstûryayê li ser bernameya nukleerî ya îranê muzakereyan dikin, tê gotin ku hînê negihaştine asta encamgirtinê.

Aliyên li Awûstûryayê li ser bernameya nukleerî ya îranê muzakereyan dikin, tê gotin ku hînê negihaştine asta encamgirtinê. Çavkaniyên dîplomatîk diyar dikin ku pirsgirêkên li muzakereyan bi rêjeya 'ji sedî 99' çareser bûne û dibe ku îro daxuyaniyek were dayîn.

Tê gotin ku di muzakereyên li paytexta Awûstûrya Viyanayê di bin çavdêriya Saziya Enerjiya Atomê ya Navneteweyî (IAEA) de tên meşandin, di gelek serenavên girîng de li hev hatiye kirin. Di muzakereyên bi beşdariya DYA, Fransa, Îngilîstan, Çîn, Rûsya û Elmanyayê de, bi giranî li ser mijarên kontrolkirina bername û tesîsên nukleerî yên Îranê û pêkanînên aboriyê yên li ser Îranê tê rawestandin.

Di muzakreyan de tevî kontrola li navendên leşkerî, her wiha nîqaş tê kirin ku pêkanînên malî û aborî yên li ser Îranê heta kengî bi dawî bibin. Îran dixwaze rakirina pêkanînan weke gava sereke be. Welatên rojavayî yên weke 5+1 tên binavkirin jî şertê 'bicihanîna berpirsyariyan' datînin pêşiya Tehranê.