Di Mihrîcana Tetwanê de stran ji bo sê şoreşgerên jin hatin gotin

Di Mihrîcana Tetwanê de stran ji bo sê şoreşgerên jin hatin gotin

Di çarçoveya şahiyên Mihrîcana Çand û Huner ya Fûara Tetwanê ku ji aliyê Şaredariya Tetwanê ve hatî organîze kirin, li qada fûarê xwarina fitarê hate dayîn. Stranên ku di mihrîcanê de jî hatin gotin, diyarî 3 jinên Kurd ên li Parîsê hatin qetilkirin, kirin.

Di çarçoveya şahiyên Mihrîcana Çand û  Huner ya Fûara Tetwanê ku ji aliyê Şaredariya Tetwanê ve hatî organîze kirin, li qada fûara xwarina fitarê hate dayîn. Di roja 14’mîn ya şahiyên fûarê de, li Baxçeyê Çayê ê Mizgînê xwarina fitarê hate dayîn. Fitara ku ji aliyê Şaredariya Tetwanê ve hatî dayîn, li gel Şaredar Abdullah Ok gelek kes tevlîbûn. Meha Remezanê ku rastî rojên fûarê hat, hate diyarkirin ku dê bi dirêjahiya şahiyên fûarê dê faliyetên meha Remezanê jî berdewam bikin.

Piştî xwarina fitarê hunermend Sultan û Erdogan Emîr derketin ser dikê. Erdogan Emîr li ser dikê axaftinek kir û got; “Li dijî tune hesibandina vî gelî, tune hesibandina jinê nirxên me ên ku bedenên xwe danînê holê hene. Sakîne, Fîdan û Leyla periyên Kurdistanê ne. Ew qasidên aştiyê ne. Ez hêvî dikim ku ew ruhê ku wana li van çiyayan hiştî dê rê ji pêşiya xwîna di herike bigire. Dê li Kurdistan û vî welatî mirov di nava aştiyê de bijîn.” Piştî axaftinan Emîr stranên xwe diyarî 3 jinên siyasetmedar ên Kurd ku li paytextê Fransa Parîsê hatine qetikirin , kir.