Di maşîneyên diçin Licê de kontrola polîsan: kesek hat binçavkirin

Di maşîneyên diçin Licê de kontrola polîsan: kesek hat binçavkirin

Polîsan maşîneyên kesên bi munasebeta tevlî bîranîna Berxwedêrên 14’ê Tîrmehê bibin ji Amedê ber bi Licê ve ketin rê, kontrol kirin. Polîsan ku kontrola nasnameyan kirin kesek kirin binçavan.

Ji bo bîranîna salvegera 14’ê Tîrmehê ya kadroyên pêşeng ên PKK’ê M. Hayrî Durmuş, Kemal Pîr, Alî Çîçek û Akîf Yilmaz dest bi Rojiya Mirinê ya Mezin kiribûn wê li Licê meşek were lidarxistin.

Ji bo tevlîbûna ji meşê re di nav wan de Parlamentera Amedê ya BDP’ê Nursel Aydogan, endamên rêxistinên bajêr û navçeyan jî di nav de gelek kes ber bi Licê ve ketin rê.

Polîsên ku ser rêya Amed-Licê û ya Kocakoy bi TOMA û maşîneyên zirxî yên ku ji wan re dibêjin, dûpişk girtin, maşîne rawestandin kontrola kes,  nasname û maşîneyan kirin.

Di kontrolan de kesek bi sedema “Tevî ku dozeke wî heye jî neçûye dadgehê” hat binçavkirin.