Di lêpirsînên kûpayên cîhanê yên 2018-2022 de delîlên nû

Di lêpirsîna li ser karên ne li rê û bertîla di dengdayîna ji bo kûpayên cîhanê yên 2018-2022'an de hat vekirin, delîlên nû derketin holê.

Di lêpirsîna li ser karên ne li rê û bertîla di dengdayîna ji bo kûpayên cîhanê yên 2018-2022'an de hat vekirin, delîlên nû derketin holê. Di çarçoveya lêpirsîna ji aliyê Dozgeriya Federal a Swîsreyê ve hat meşandin de tê gotin, ku der barê 'paqijkirina pereyê reş' de 28 delîlên nû hene.

Di dema dengdayîna li ser kûpayên cîhanê yên salên 2018-2022 ên li Rûsya û Qatarê de derketibû holê ku gelek karên en li rê hatine kirin û wezîfedarên FIFA'yê bertîl girtine. Li ser vê yekê di Mijdara 2014'an de lêpirsîn hatibûn vekirin. Di çarçoveya lêpirsînê de li ser 'paqijkirina pereyê reş' de delîlên nû peyda bûn.

Berdevkê Dozgeriya Federal André Marty diayr kir ku delîlên nû yên hatine bidestxistin, wê tevlî belgeyên lêpirsîna li ser dengdayîna kûpayên 2018-2022'an bên kirin.

Di daxuyaniya meha Hezîranê ya dozger Mîchael Laûber de hatibû ragihandin ku 53 gumanbarên bûyerê hene. Laûber diyar kiribû ku lêpirsîn 'mezin û tevlîhev' e û dabû zanîn ku navenda giliyê li ser bûyerên paqijkirina pereyê reş MROS ketiye dewrê.