Di konferansa li Brukselê de girîngiya hevparîbûnê
Di konferansa li Brukselê de girîngiya hevparîbûnê
Di konferansa li Brukselê de girîngiya hevparîbûnê
Beşdarên Konferansa Aştî û Demokrasiyê ya li paytexta Belçîka Brukselê, hevparîbûna têkoşînên gelên Mezopotamya û Anatoliyê hat destnîşankirin.
Di roja duyemîn a Konferansa Aştî û Demokrasiyê ya li salona Prencesse ya "Boulevard International" pêk tê, nûnerên gel û baweriyên cûda nêrîn û pêşniyarên xwe yên li ser mijara "Rola Kurdistanî û Tirkiyeyiyan a li pêvajoya çareseriyê" tînin ziman. Nûnerên Kurd, Tirk, Laz, Çerkez, Ermenî û Asûrî-Suryaniyan, komên baweriyan ên Elewî, Misliman, Xiristiyan û Êzidî, bal kişandin ser girîngiya hevparîbûnê û daxwazên xwe bilêv kirin.
HEWL TÊ DAYÎN KOMKUJIYA LI PARÎSÊ BÊ NIXUMANDIN
Bavê yek ji sê şoreşgerên jin ên li Parîsê hatin kuştin Fîdan Dogan Hasan Dogan di peyama xwe ya ji bo konferansê de hukûmeta Fransayê bi tundî rexne kir. Dogan da xuyakirin ku di gel li ser komkujiyê pênc meh derbas bûne jî komkujî nehatiye ronîkirin û got, "Bi qasî ez dibînim, dewleta Fransayê hewl dide ser komkujiyê binixumîne. Emê destûr nedin vê."
DAXWAZÊN ELEWIYAN
Ji Federasyona Elewiyan a Demokratîk Ayten Aslan jî hin rêzedaxwazên weha bilêv kir: "Divê hemû nasnameyên bawerî û etnîkî bên ewlekirin, Wezareta Karên Diyanetê bê rakirin, ji bo pêkhatiyên cûda yên civakê karibin xwe biparêzin û bi awayekî azad bijîn destûreke nû ya azadîperest û demokratîk bê avakirin, li ser nasnameyê cihê ol tê nivîsandin bê rakirin, Dêrsim 38 weke qirkirina Kurdên Elewî bê naskirin, ji Elewiyan lêborîn were xwestin, malên hatine talankirin li xwediyan bê vegerandin, malên cem bi awayekî fermî werin naskirin, çêkirina HES û benavan bên rawestandin."
Ji Civaka Kurd a Elmanyayê Alî Ertan Toprak di axaftina xwe de diyar kir ku ya girîng mayîndebûna vî karî ye û destnîşan kir ku divê konferanseke din a aştiyê li Parlamenta Ewropayê bê lidarxistin.
Nûray Şen jî got, "Ev konferans dikare bangekê li hukûmeta Tirk bike, dixwaze jê bixwaze gavan biavêje. Ev konferans dikare di nava xwe de hin komîsyonan ava bike û biryarên werin stendin, bicihanîna wan bişopîne."
Ji Saziya Malbatên Şehîdan Aysel Alacaçayir bi pirsa "gelo kîjan dayik dixwaze zarokê wê bimire?" bang li dayikên Tirk kir û got, "Werin em bi hev re aştiyê ava bikin."
Nûnerê Rêxistina Ciwanên Kurd li Ewropayê jî bal kişand ser zextên li Ewropayê li ciwanên kurd tên kirin û got, "Bi taybetî di sala bihurî de ciwanên Kurd ên li Ewropayê dijîn, bi pêleke mezin a girtinê re rû bi rû man. Hînê gelek ciwanên Kurd li girtîgehên Ewropayê tên ragirtin. Li gelek qadan, xebatên ajankirinê tên meşandin. Bi taybetî li Elmanyayê hewl tê dayîn ciwanên Kurd bê krîmînalîzekirin. Em weke tevgera ciwanên Kurd bang li hemû ciwanan dikin ku tevneke hevpar a têkoşînê ava bikin."
Ji Yekitiya Jinên Sosyalîst Ayşe Yunlî Yeter jî pirsgirêkên jinan nirxand û destnîşan kir ku divê eniya jinan were xurtkirin. Yeter bal kişand ser girîngiya têkoşîna hevpar û pêşniyar kir ku der heqê jinan de komîsyon werin avakirin.
DIVÊ ÊŞ HEVPAR BIBIN
Beşdarek ji Federasyona Karkerên Penaber a Elmanyayê jî di axaftina xwe de got, "Çiqasî êşên me yên giran hene, hûn dizanin? Gava mirov behs bikin, dem têrê nake. Ev tê vê wateyê, gelek pirsgirêkên me hene yên divê em hesap biprisin. Em ti carî nebûn yek. Ev konferans jî nîşan dide, eger em nebin yek, emê gelek êşan bikşînin. Werin em hêza xwe bikin yek û bi hev re hesab bipirsin."
Ji tevgera Îslamî Mele Şafî jî bi kurtasî got, "Em hemû komkujiyan şermezar dikin. Ev tiştên tên kirin, zilm e. Hin ciwan dibêjin ol ji bo zilmê hatine. Di nava ti olan de zilm tineye, biratî heye. Di ol de zordarî tineye, bi zorê kes nikare bibe oldar. Di hin demên Îslamiyetê de Mislimanan zilm kirine. Di nava Kurdan de cerdevan jî hene, ev ne ji ber dîn e. Ji bo em bigihêjin armancên xwe divê em tifaqê bikin û dest bidin hev."
Li ser navê huqûqnasan Fîlîz Kalayci jî da xuyakirin ku ji bo PKK û Kongra-Gel ji "lîsteya rêxistinên terorîst" a Ewropayê bê derxistin, divê xebat bên meşandin.