Di kolandina gundê Katarliyê de hestî hatin dîtin
Di kolandina gundê Katarliyê de hestî hatin dîtin
Di kolandina gundê Katarliyê de hestî hatin dîtin
Kolandina ku li gundê Katarli bi armanca fêrbûna aqûbeta kesên di navbera salên 1993-1995’an de windabûne hatiye destpêkirin û du roje didome, di encama xebatan de hestiyê aydê mirovan hatin dîtin.
Xebatên kolandina ku li gundê Katarli yê girêdayî navçeya Qosera Mêrdînê bi armanca fêrbûna aqûbeta kesên di navbera salên 1993-1995’an de windabûne hatiye destpêkirin û du roje didomin bidawî bû. piştî xebatên kolanê bidawî bûn, Şaxa ÎHD Mêrdînê daxuyaniyek da çapemeniyê. Serokê Şaxa ÎHD’a Mêrdînê Erdal Kuzu da diyarkirn ku, di encama hestiyan de parçeyên hestiyan hatin dîtin û got: “Tê texmîn kirin ku, hestiyên hatine dîtin aydê du mirovên di encama kolandinên cara yekm yên sala 2008’an de bin. Bitaybet aqûbeta malbata Bîrlîk hatiye lêkolîn kirin. Parçeyên ku hatine dîtin, ji bo testa DNA dê bişînin Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê.”
Kuzu destnîşan kir ku, rapora ku ji Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê bê, dê di çarçoveya lêpirsînê de binirxînin. Kuzu anî ziman ku, “Dibe ku ev hestî aydê ji yekî zêdetir mirovan be. Ev rewş dê piştî rapora ji Tiba Edlî bê zelal bibe.” Kuzu da zanîn ku, hinek hestiyên aydê deverên cuda yên bedena mirovan hatine dîtin û got: “Di nava hestiyên hatine dîtin serik tune ne. Bi daxwaza malbatan û bibiryara dozgeriyê dê li cihên pêwîst kolandin werin kirin.”
Serokê MEYA-DER’a Mêrdînê Yilmaz Eren jî destnîşan kir ku, li gel xizmên windayan tenê daxwaza wan ewe ku hemû cînayetên faîlî meçhûl bêne ronî kirin.