Di kolandina bîrên Tilzerinê de hestiyê mirovekî din hat ditin

Di kolandina bîrên Tilzerinê de hestiyê mirovekî din hat ditin

Di kolandina gora li gundê Tilzerînê de hestiyê mirovekî din hat ditin. 

Li gundê Tilzerîn ê navçeya Qoserê ya Mêrdînê ji bo A.Vahap Ateş, Mehmet Emîn Abaka û Yusuf Tunç ên di navbera salên 1994-1995'an de hatin revandin, bi fermana Dozgerê Komarê yê Qoserê di 21'ê gulanê de kolandin hatibû destpêkirin. Lê ji ber barana zêde kolandin taloqî 23'yê gulanê hatibû kirin. Di 23'yê gulanê de kolanandinê dest pê kir û ji 8 bîrên avê 2 jê hatibûn vekirin. Dozgeriyê ji ber qada kolandinê berfireh e û wesayîtên di kolandinê de bikartînin kêm in xebat taloqî îro kiribû. Îro kolandina birên din hat kirin û di kolandina bîra ku 100 metre dûrî bîrên hatibûn kolandin de hestiyê mirovekî din hat dîtin. Piştî hestiyê aydî mirovekî din hat dîtin, dozger bi boneya lêkolîn bike diyar kir ku dê kolandin heta evarî berdewam biek û navberê bide kolandinê.