Di kêmkirina hilberîna pelê koka de serketina girîng a Perûyê
Li Perûyê ku heta sala 2013'an ji aliyê hilberîna pelê koka de welatê sereke yê cîhanê bû, ji polîtîkayên xwe yên li dijî narkotîkê encamên erênî werdigire.
Li Perûyê ku heta sala 2013'an ji aliyê hilberîna pelê koka de welatê sereke yê cîhanê bû, ji polîtîkayên xwe yên li dijî narkotîkê encamên erênî werdigire.
Li Perûyê ku heta sala 2013'an ji aliyê hilberîna pelê koka de welatê sereke yê cîhanê bû, ji polîtîkayên xwe yên li dijî narkotîkê encamên erênî werdigire. Li gorî Neteweyên Yekbûyî, di nava du salên dawî de Perûyê bi rêje ji sedî 30 ev hilberîn kêm kiriye û di hilberîna pelê koka de li paş Kolombiyayê maye.
Li gorî rapora Ofîsa Sûc û Narkotîkê ya Neteweyên Yekbûyî (UNODC) a li paytext Lîmayê hat weşandin, di hilberîna pelê koka ya li Perû de kêmbûneke cidî heye. Li gorî raporê bi kêmbûna ji sedî 13,9 a pelê koka yê di çêkirina kokaînê de tê bikaranîn re, Perû ya di rêza yekemîn de cih digirt, li dû Kolombiyayê ketiye rêza duyemîn.
Li Perûyê di sala 2014'an de li qadeke ji 42 hezar 900 hektarî koka hat çandin. Ev qada çandiniyê di sala 2013'an de 49 hezar 800 hektar bû. Pelên koka yên bi giştî hatin çinîn, ji 310 tonî daket 270 tonî.
Tê gotin ku li Kolombiyayê 440 ton pelê koka tê çinîn. Hat îdîakirin ku di sala 2014'an de ev hilberîn bi rêjeya ji sedî 52 zêde bûye. Lê rêveberiya Kolomiya dibêje ku ev hejmar ne rast e.
Şefê Maseya Perû ya UNODC Flavîo Mîrella diyar kir ku kêmkirina hilberîna pelê koka serketineke girîng e.