Di hilbijartinên DTSO de Lîsteya Şîn bi ser ket

Di hilbijartinên DTSO de Lîsteya Şîn bi ser ket

Di hilbijartinên Odeya Pîşe û Bazirganiyê ya Amedê (DTSO) de ya 16 komên pîşeyî tevlî bûn de Hewildana Karsazên Demokratîk a ku bi Lîsteya Şîn tevlî hilbijartinê bûn 12 komên pîşeyî qezenc kirin.

Di hilbijartinên DTSO'yê de Lîsteya Şîn 12 komên pîşeyî, Lîsteya Zer 3 komên pîşeyî û Lîsteya Spî jî komekî pîşeyî qezenc kir. Lîsteya Şîn bi slogana "Em bi Rizgariya Demokratîk înşaya Aboriya Jiyana Azad bikin" tevlî hilbijartinê bû û ji aliyê BDP û KCD'ê û gelek derdorên din ve piştgiriya wê dihate kirin.