Di festîvala mezin a li Viyana de wê ji bo Ocalan îmze bên komkirin

Di festîvala mezin a li Viyana de wê ji bo Ocalan îmze bên komkirin

Li paytexta Awûstûrya Viyanayê, di festîvala mezin a her sal bi beşdariya 5 milyon kesî tê lidarxistin de, wê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan îmze werin berhevkirin.

Li Viyanayê wê di navbera 21-23'ê Hezîranê de wê Festîvala Donaû Însel bê lidarxistin. Tê payîn, nêzî 5 milyon kes tevlî vê festîvala herî mezin a welêt bibin.

Di festîvalê de wê Kurd jî bi rengên xwe cih bigirin. Civata Azad a Awûstûryayê û dostên wan, bi pêşengiya Federasyona Komeleyên Kurd li Awûstûryayê (FEYKOM), wê dest bi seferberiya îmzeyan a ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bikin û di 3 rojên festîvalê de îmzeyan berhev bikin.

Rayedarên FEYKOM'ê Huseyîn Akmaz û Alî Can bang li hemû welatparêz û demokratan kir ku bi awayekî çalak beşdarî festîvalê bibin û ji bo azadiya Ocalan îmzeyan berhev bikin.