Di êrîşên li Nîjer û Nîjeryayê de zêdeyî 60 kes mirin

Komkujiyên çeteyên Boko Haram, dewam dikin. Di êrîşên duh ên çeteyan ên li Nîjerya û Nîjerê de herî kêm 60 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Komkujiyên çeteyên Boko Haram, dewam dikin. Di êrîşên duh ên çeteyan ên li Nîjerya û Nîjerê de herî kêm 60 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Li paytexta eyaleta Gombe ya Nîjeryayê,d i encama du teqînên li meydaneke bazarê de 49 kesan jiyana xwe ji dest dan, 71 ke birÎndar bûn. Fikar hene ku hejmara miriyan zêde bibe.

Rayedaran diyar riin ku di nava mirovên jiyana xwe ji dest dane de, jin û zarok jî hene.

Li gundekî li başûrrojhilatê Nîjerê jî di êrîşeke çeteyan de herî kêm 10 gundiyan jiyana xwe ji dest dan, gelek kes jî birîndar bûn. Hat ragihandin ku êrîş li Gamgara ya nêzî bajarê Bosso yê hezar 500 kîlometre li rojhilatê paytext Nîameyê pêk hatiye.

Çeteyên Boko Haram ku ji ber êrîşên xwe ji sala 2009'an û vir ve rê li ber mirina nêzî 15 hezar kesan vekirine, di hefteyên dawî de êrîşên xwe yên li hemberî Nîjer, çad û Kamerûnê zêde kirin. Çete îdîa dikin ku dixwazin li bakurrojhilatê Nîjeryayê li gorî hikumên Îslamî dewletekê ava bikin.