Di êrîşa trenê ya li Fransayê de pêşî li komkujiyekê hat girtin!
Li Fransayê, bi astengkirina êrîşkarê duh êvarê di trenekê de gule li rêwiyan reşand re, pêşî li komkujiyeke mezin hat girtin.
Li Fransayê, bi astengkirina êrîşkarê duh êvarê di trenekê de gule li rêwiyan reşand re, pêşî li komkujiyeke mezin hat girtin.
Li Fransayê, bi astengkirina êrîşkarê duh êvarê di trenekê de gule li rêwiyan reşand re, pêşî li komkujiyeke mezin hat girtin.
Hat ragihandin ku êrîş duh di trena Thalys a bi hejmara 9364 a sefera Amsterdam-Parîsê rû da. Li ser êrîşkar nasname nehat dîtin, lê hat ragihandin ku êrîşkar 26 salî ye û ji Fasê ye.
Detayên êrîşê duh bi şev zelal bûn. Êrîşkar li Brukselê li trena ji Amsterdamê dihat siwar bû. Hat ragihandin ku li cem êrîşkar çekek kalaşnîkov hebû û dema di tiwaletê de gule dikişand ber çekê, hatiye dîtin.
Du leşkerên Amerîkî yên hindî di heman vagonê de bûn û pê hesiyan êrîşkar guleyan dide ber çekê, dest li êrîşkar werdan. Yek ji van kesan, di vê kêliyê de birîndar bû. Her wiha kesekî din ê li vagonê, di gulereşandina destpêkê de birîndar bû. Her du leşkerên Amerîkî dûre êrîşkar bêbandor kirin.
Piştî êrîşê rayedaran tren kişandin gara trenê ya Arras û rêwî jê derxistin. Li gorî agahiyan, kesê din ê di êrîşê de birîndar bû welatiyê Îngilîz bû û ew rakirine nexweşxaneya li bajarê Lîlle. Hat ragihandin ku xeteriyek li ser jiyana vî kesî nîne.
Wezîrê Karên Hundir Bernard Cazeneûve 'wêrekiya' du leşkerên Amerîkî yên êrîşkar bêbandor kirin silav kir, lê hînê daxuyaniyek berfireh nedaye. Wezîr da zanîn ku qeyda êrîşkar li cem polîsan hebû. Li gorî nûçeyan AFP'ê, der barê êrîşkar de îstîxbarata Fransayê dosya amade kiriye.
Hînê zelal nebûye ku ev êrîşkar bi awayekî şexsî tevgeriya ye, yan jî pêwendiya xwe bi komeke terorîstî heye. Tevî kalaşnîkovê debanceyek, kêrek û 9 şarjor li ser vî kesî hat dîtin.