Di êrîşa fûzeyan de 2 sivîlan jiyana xwe ji dest da
Di êrîşa fûzeyan de 2 sivîlan jiyana xwe ji dest da
Di êrîşa fûzeyan de 2 sivîlan jiyana xwe ji dest da
Çeteyên DAIŞ'ê li dijî welatiyên herêma Kobanê fûzeyên Grad bikar anîn. 2 welatiyan jiyana xwe jidest dan û yek bi giranî 2 kes birîndar bûn. Di heman saetan de dewleta Tirk êrîşî çalakvanên nobetê yên li Pirsûs kirin.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistn, çeteyên DAIŞ'ê di êrîşên xwe yên li herêma Kobanê de fûzeyên Grad bikar anîne. Di encamê de 2 welatiyan jiyana xwe jidest dan û yek jê giran 2 kes birîndar bûn.
Tê gotin ku çete bi awayekî berdewam fûzayan diavêjin
Li gundê Mersmêlê yê li rojhilatê herêma Kobanê di navbera şervanên YPG'ê û çeteyên DAIŞ'ê de di asta herî dijwar de ne. Çeteyên DAIŞ'ê di şerê li dijî herêmê çekên giran û pêşketî bikar tînin.
DEWLETA TIRK JÎ ÊRÎŞA HEMWEXT PÊK ANÎ
Piştî ku mîtînga li sînorê Pirsûs û Kobanê bihata lidarxistin hate betalkirin li gelek cihen nobet tê girtin polîs û leşkeran êrîşî çalakiyên gel kirin.
Li gundê Etmanîk a Pirsûsê piştî daxuyanî û zincîra mirovan a ku hate lidarxistin leşker û polîsan êrîşî gel kirin û êrîş heta gundê Dewşenê berdewam kir. Welatiyan jî bersiv dan leşkerên ku li gundê Dewşenê êrîşî gel kirin. Êrîşa bi TOMA û wesayîtên zirxî tê kirin didome. Li gundê Bêdhê jî êrîşa li dijî gel didome.
Êrîşa leşker û polîsan a li tevahî xeta sînor didome.