Di doza 'Ûgûr Kaymaz' a Dêrgulê de Tirkiye mehkûm bû
Di doza 'Ûgûr Kaymaz' a Dêrgulê de Tirkiye mehkûm bû
Di doza 'Ûgûr Kaymaz' a Dêrgulê de Tirkiye mehkûm bû
Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) têkildarî bûyera di sala 2005'an li gundê Avgamasya ya Şirnexê ya ku leşkeran 3 zarok 5 kesên bêçek û sivîl kuştin, biryar da. DMME'yê bi hinceta Tirkiyeyê "mafê jiyanê binpê kir" 330 hezar û 930 Euro cezayê pere da. Heyeta dadgehê bi hevdengî biryar da û Dadgera Tirk Işil Karakaş jî îmze avêt binê biryarê. Parêzera dosyayê Reyhan Yalçindag diyar kir ku biryar xwedî girîngiyeke mezin û got: "DMME'yê bi vê biryarê ji Tirkiyeyê re got, mafê jiyanê binpê kiriye. Zarokên ku Tirkiyeyê ji wan re got 'terorîst' ji aliyê DMME'yê ve kesên sivîl û bêçek hatin şênberkirin."
Li gundê Avgamasya ya bajaroka Dêrgulê ya Şirnexê di 19'ê çileya 2005'an de 3 kesên temenê wan di bin 18 saliyê de, 5 ciwan ji aliyê leşkeran ve bi komî hatin kuştin. Ciwanên tê gotin ji bajarên Tirkiyeyên cuda hatin û dixwazin bi PKK'ê re têkiliyê pêk bîbînin ên bi navê Sîbel Sartik (23), Nergîz Ozer (15), Hamdullah Çinar (21), Zerga Esen (16) û Zuhal Esen (13), rayedarên dewletê gotin di pevçûnê de 5 "endamên rêxistinê" hatin kuştin. Lê piştî bûyerê ÎHD'ê li heremê lêkolîn kir û derket holê ku înfazek komî hate kirin û kesên hatin kuştin sivîl û bêçekbûn. Ji ber ku rêyên huqûqî yên hundurî li dosyayê hatibû girtin ÎHD'ê bi daxwaza darizandinê, doz bir ber destê DMME'yê.
DADGERA JI TIRKIYÊ JÎ BIRYAR MOR KIR
DMME'yê têkildarî dozê duh biryara xwe aşkera kir û Tirkiye ji herî yekî re 64 hezar Euro û lêçûnên dadgehê jî di nav de 330 hezar û 930 Euro cezayê pere birî. Di biryara bi hevdengî hate girtin de dadgera Tirkiyeyî Işil Karakaş jî îmze avêtin binê biryarê. Di biryara heyeta dadgeha bi serokatiya Guîdo Raîmondî de 5 kes bi awayekî bêdadî hatin înfazkirin û bûyer ji aliyê dozgeriyê ve bi lêpirsînekî bihêz nehate lêkolînkirin, di Peymana Mafên Mirovan a Ewropa ya ser nava "Mafê Jiyanê", "Mafê hemû kesî di bin parastina zagonê de ye.
Di biryara DMME'yê de hate diyarkirin ku 5 kesên hatine kuştin bêçek bûn û ti delîlên 5 ciwanan gulebarandin kirine, tineye. Dadgehê da zanîn ku piştî bûyerêi delîlên li cihê bûyerê ji aliyê tîma operasyonê ve hatine komkirin û dozger bi ti awayî neçûye cihê bûyerê, weke hikûmeta Tirk îdîa kir ku ti pevçûn nehatiye jiyîn û di bûyerê de ti leşker birîndar jî nebûye. Di biryarê de hate gotin ku dozgeriyê ji ber destên kesên hatin kuştin şilbûn şopa tîliyan negirt û ev yek di lêpirsînê de kêmasiyekî gelek cidiye û ti nîşaneyên 5 kesên hatin kuştin endamên rêxistinê ne tinene. Dadgehê got ku operasyona pêk hat jî dijzagoniye û hikûmet ji jiyana zarokan berpirsiyare û hêza hate bikaranîn ji pêwistiyê gelekî zêde ye. Heyeta dadgehê anî ziman ku hikûmeta Tirkî got 5 kesên navên wan derbas dibin endamên rêxistinê ne, lê dadgeh û dozgerî çawa gihiştin vê yekê fêm nakin. Di biryarê de hate diyarkirin ku hikûmetê ti bersiva pirsên parêzerên serlêdan kirin ên têkildarî roja bûyerê de nedan û îfadeyên leşkerên tevlî operasyonê bûn 13 mehan nehatin girtin û dema îfadeyên wan hatin girtin jî weke hemû ji yek dev hatin girtin hatin dayîn. Dozgeriyê ji ber van binpêkirinan ji bo her serdanekê 65 hezar Euro û ji bo lêçûnên mehkemeyê jî 5 hezar û 930 Euro cezayê pere dabû Tirkiyeyê.
'ÇEK DANÎN LI GEL WAN Û TERORÎST ÎLAN KIRIN'
Parêzer Reyhan Yalçindag ku wê demê Cîgira Serokê Giştî ya ÎHD'ê bû û dosyayê dişopîne diyar kir ku di demên dawî de ev biryareke herî girîng a DMME'yê ye û bi vê biryarê ve jî derketiye holê ku dewletê 5 kesên bêçek û bêguneh kuştiye. Yalçindag bi bîrxist ku di erefeya cejna Qurbanê de 3 jê zarok bi giştî 5 sivîl ji aliyê Tîmên Taybet ve hatibûn qetilkirin û wiha got: "Wê demê jî li gorî belgeyên me bi destxistin û agahiyên ku şahidên bûyerê dabûn ev zarok sivîl û bêçek bûn. Lê çek danîn ligel wan û ew wekî 'terorîst' îlan kirin. Digotin ku ketine pevçûnê. Lê dema me dosyayê nihêrî dozger şopa tiliya negirtibû. Gel şopa tiliya yekî jî bihata girtin dê bihata dîtin ku ev kes bê çek û sivîl bûn û dê li xwe mikur bihatan ku ew kes hatine înfazkirin."
Yalçindag anî ziman ku wekî ÎHD lêkolînkirine û gihiştine vê encamê ku ev kes sivîl bûn û wiha got: "Dozgeriyê destura lêpirsînê neda. Hemû serlêdanên me bêencam man. Wekî dosyaya Ugur Kaymaz û gelek dosyayên din ev dosya jî hat bincilkirin û kujer nehatin cezakirin. Der barê kesên ku ev qetlîam pêk anîn doz nehat vekirin. Me jî doz bire DMME'yê."
Yalçindag destnîşan kir ku mebesta wan ew e bûyerê ronî bikin û wiha pê de çû: "Em dizanin ku ev jî perçeyeke bûyerên sûcê mirovahiyê ku di vê erdnîgariyê de pêk hatiye ye. Divê ev bên qeydkirin. Li vir dîrokeke mezin derdikeve holê. Ev doz tenê nayê wateya mehkumkirina Tirkiyeyê an jî tazmînat girtina malbatan. Ya girîng ew e ku trajediya li vir hatiye jiyîn, êşên ku ji vî gelî dane jiyîn derketin holê. Li vir zarokên biçûk tên kuştin. Li vî welatî tu bûyereke kiryar ne diyar de tu faîl ceza negirt. Li Tirkiyeyê tu dozek bi edaletê encam nebû. Li welatê serokwezîrê ku dibêje 'welatê hiqûqê' tu biryareke adil nehat girtin. Di encama têkoşîna 8 salan de DMME'yê biryar da."
Reyhan Yalçindag li Licê qetilkirina Medenî Yildirim bibîrxist û wiha got: "Li vî welatî qetilkirina ciwan, jin û zarokekî kurd tiştekî pir asayî tê dîtin. Herî dawî li Licê mînaka vê yekê hat jiyîn. Mixabin di hemû dosyayan de kujer nayên cezakirin. Li şûna bên cezakirin rûtbeyên wan bilind dibin. Divê li vê erdnîgariyê heqîqet derkevin holê."
BERÎ 8 SALAN LI ŞIRNEXÊ ÇI BÛBÛ?
Di 19'ê çileya 2005'an de li gundê Avgamasyaya bajaroka Dêrgula Şirnexê operasyonek pêk hatibû. Operasyon di erefeya cejna Qurbanê de saet 18:00'an de hatibû destpêkirin, tîmên taybet jî tevli operasyonê bûbûn. Piştî operasyonê rayedarên dewletê ragihandibûn ku 5 mîlîtanên PKK'ê bi tevî çekên xwe hatine kuştin. Lê piştî demekî derket holê ku bûyer wekî walî û leşkerî radigihînin nîne. Li gorî agahiyên gundiyan dane ev 5 kes gerîlayên PKK'ê nîn in û kesên dixwazin bi rêxistinê re têkiliyê deynin in û kesên bêçek û sivîl in. Piştre derket holê ku ji wan 5 kesan, 3 jê zarok in. Navê wan kesan wiha ne; Sîbel Sartik (23), Nergîz Ozer (15), Hamdullah Çinar (21), Zerga Esen (16) Zuhal Esen (13). Hatibû gotin ku 5 kes beriya ku bên înfazkirin, hatine girtin û rastî îşkenceyê hatine. Piştî vê bûyerê li gelek bajarên herêmê cejn nehat pîrozkirin. Cenazeyên 5 ciwan û zarokên kurd bi awayekî dijmirovî li cihê bûyerê anîbûn. Cenazeyên Sîbel Sartik û Nergîz Ozer nedabûn malbatan û bêyî ku vecîbeyên olî bên cih cenaze li Dihê hatibûn veşartin. Piştî bûyerê ÎHD'ê heyete avakir û li herêma bûyerê dest bi lêkolînan kir û encamên hatin bi destxistin ji raya giştî re parve kir. Di rapora ÎHD'ê de hat gotin ku Dozgerê Komarê ya Şirnexê pêwîstî nabîne biçe cihê bûyerê û lêkolînê bike. Ji ber ku bûyer berfirehî nehat lêpirsîn ÎHD'ê doz bire DMME'yê.