Di doza komkujiya Camp Speicher de 24 darvekirin
Dadgeheke li Iraqê, bi sedema ji komkujiya sala bihurî ya li Camp Speicher a Tîkrîtê ku bi sedan leşkerên Iraqî jiyana xwe ji dest dan berpirsyar in cezayê darvekirinê li 24 çeteyên DAIŞ’ê birî.
Dadgeheke li Iraqê, bi sedema ji komkujiya sala bihurî ya li Camp Speicher a Tîkrîtê ku bi sedan leşkerên Iraqî jiyana xwe ji dest dan berpirsyar in cezayê darvekirinê li 24 çeteyên DAIŞ’ê birî.
Çeteyên DAIŞ’ê piştî sala bihurî Tîkrît bi dest xistin, bi sedan leşkerên Iraqî bi kamyonan birin çolê, gulebaran kirin û dîmenê vê komkujiyê jî belav kirin.
Piştî bajarê Tîkrît ji çeteyan hat stendin, der barê 28 kesên hatin girtin de doz hat vekirin. Dadgehê der barê 24 ji wan de cezayê darvekirinê birî û 4 kes jî ji ber tinebûna delîlan berda.
Berdevkê Konseya Edaleta Bilind a Iraqê Abdulsattar Baykdar diyar kir ku doz adil e û di heman dozê de li 604 kesan digerin.