Di doza 'KCK'ê' ya Gurgumê de hemû girtî hatin berdan
Di doza 'KCK'ê' ya Gurgumê de hemû girtî hatin berdan
Di doza 'KCK'ê' ya Gurgumê de hemû girtî hatin berdan
4 BDP'iyên di nav de Serokê Rêxistina BDP'ê yê Gurgumê Metîn Gonulşen yê ku nêzî salekê ye bi navê "KCK'ê" girtî dihatin darizandin tahliye bûn.
7'emîn rûnşitina doza Serokê Rêxistina BDP'ê yê Gurgumê Metîn Gonulşen, Seroka Rêxstina BDP'ê ya Bazarcixê Ayşe Sonzamanci, Serokê Rêxistin BDP'ê yê Elbîstanê Huseyîn Yildiz û Endamê BDP'ê Mahmut Aktaş par di meha gulanê de di çarçovaya lêpirsîna bi navê "KCK'ê" de hatin girtin li 3'yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Meletiyê hate dîtin. Endamê Meclîsa BDP'ê Salîh Baykam û gelek xizmên girtiyan tevlî rûniştinê bûn. Ji bilî Mahmut Aktaş ê ku li Girtîgeha Semsûrê hemû girtiyên din tevlî rûniştinê bûn. Piştî belgeyên ji dadgehê re hatin şandin hatin xwedin girtiyan parastin kirin û sûcdarî red kirin. Aktaş jî bi riya telekonferansê tevlî rûniştinê bû û sûcdarî qebûl nekir û bi kurdî axivî.
Parêzeran jî sûcdariyên li ser muwekîlên wan hatin kirin redkirin û daxwaza tahliyeya muwekîlên xwe kir. Piştî parastinan dadgehê navber da rûniştinê û piştî navberê di çarçoveya 4'emîn Paketa Dadê biryara tahliyeya hemû girtiyan da.