Di doza ‘KCK'’ê de parka Gezî hat parastin

Di doza ‘KCK'’ê de parka Gezî hat parastin

Rûniştina doza "Qirkirina siyasî" ya 175 siyasetmedarên Kurd li Amedê berdewam kir. Di rûniştina îro de Endama Rêveberiyên Herêmî û Ekolojîk a DTP'ê Zohre Bozaci parastin kir. Heyetê pirsa Heskîfê ji Bozaci pirsî û wekî "propaganda rêxistinî" bi nav kir. Bozaci destpêkê bal kişand ser bûyerên Taksîmê û piştgirî da çalakgerên Parka Geziyê û wiha got: "Ev çalakiyên ji bo derdor û ekolojiyê ne. BDP jî piştgiriyê dide. Ji ber ku ekolojî perspektifa me ye."

Rûniştina doza "Qirkirina Siyasî" ku di navde parlamenter siysasetmedar û rojnameger jî heye 98 jê girtî 175 siyasetmedarên Kurd li 6'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amede didome. Di runiştinê de nêzî 40 siyasetmedarên girtî li salonê amade bûn. Îro rûniştin bi xwendina delîlên der barê Endama Rêveberiyên Herêmî û Ekolojîk a DTP'ê Zohre Bozaci de berdewam kir. Piştî xwendina delîlan endama Rêveberiya Ekolojîk Bozaci parastin kir.

Heyeta ku ji 7 kesan pêk tê ya Komeleya Basel Vanê jî doz şopandin. Bozaci bi kurdî parastin kir. Bozaci anî ziman ku guhdariyên telefonan li dijî hiqûqê ye û bersiv nade îdîayên derbarê telefonan de. Piştî delîlên axaftina telefonan, guhdariyê holê yên di derbarê Bozaci de hatin xwendin. Axaftina Bozaci ya derbarê modela pêşnûmeya Komîsyona Rêveberiya Herêmî û Ekolojîk ya DTP'ê wekî delîlên suc hat dîtin. Bozacî diyar kir ku, îdîayên derbarê wê de tev ne rastin û dozger li gorî xwe îdîaname amade kiriye.

Heyata dadgehê derbarê modela rêveberiya ekolojîk de pirsa "We ji bilî DTP'ê ji cihekî din ferman girt ya na? We ev model ji kuderê girt? pirsî. Bozaci diyar kir ku, wan li ser van modelan pir pirtûk xwendin û pir lêkolîn kirin û wiha got: "Me ji parastina Birêz Ocalan û gelek pirtûkên nivîskarên din sûd wergert. Bayram Altun û Çimen Işik der barê vê mijarê de berfirehî agahî dan. Di modela me de ekolojiya demokratîk heye. Hîyarerşî û birokratîk tune. "

Bozaci li hemberî pirsa "Rêxistinê" jî bersiv da û diyar kir ku, wan gotina "Rêxistinê" ji bo Rêxistina BDP'ê bikar aınîye. Bozaci bal kişand ser bûyerên Taksîmê û piştgirî da çalakgerên Parka Geziyê û wiha got: "Ev çalakiyên ji bo derdor û ekolojiyê ne. BDP jî piştgiriyê dide. Ji ber ku ekolojî perspektifa me ye."

Pişti parastinê Heyetê navbera nîvro da rûniştinê.