Di doza 'KCK'ê' de parêzeran salon terk kir
Di doza 'KCK'ê' de parêzeran salon terk kir
Di doza 'KCK'ê' de parêzeran salon terk kir
Rûniştina doza sereke ya "KCK'ê" bi xwendina delîlên derbarê Endama Komîsyona Rêveberên Herêmê ya DTP'ê Zohre Bozaci berdewam kir. Dema qeydên telefonê hatin xwendin di navbera parêzer û şandeya dadgehê de rageşî derket. Prz. M. Emîn Aktar, diyar kir ku ji roja rûniştinê dest pê kir heya niha gotin doz siyasî ye û hemû delîl li dijî hiqûqê hatin komkirin û salon terk kir.
Rûniştina doza sereke ya "KCK'ê" ya siyasetmedarên kurd a Amedê li 6'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê berdewam kir. Parlementera BDP'ê Selma Irmak û Serokê Şaxa ÎHD'ê yê Amedê yê berê Muharrem Erbey jî di nav de 46 siyasetmedarên girtî, parêzer û tercumanên kurdî tevlî rûniştinê bûn. Firat Anli, Parlementera Ewropayê ya berê Feleknas Uca û xizmên girtiyan jî doz şopandin. Di rûnişitinê delîlên derbarê Endama Komîsyona Rêveberên Herêmî û Ekolojî ya DTP'ê Zohre Bozaci xwendina wan berdewam kir. Dema delîl dihatin xwendin Prz. Sila Talay, diyar kir ku wan berê jî gotin tabeyên telefonê li dijî hiqûqê hatine komkirin û divê ji dosyayê bên derxistin û wiha got: "Em dixwazin tabeyên di dosyayê de yên li dijî hiqûqê ji dosyayê bên derxistin. Dadgehê dê vê mijarê de biryarên xwe binpêkirine." Heyeta dadgehê daxwazên Talay nenirxandin û berdewamkirina xwendina tabeyan kir. Heyeta dadgehê têkildarî vê yekê de pirs ji Bozaci kir û Bozaci diyar kir ku ew tevlî nêrînên parêzerê xwe dibie û bersiva nade.
Ligel Bozaci bersiv neda dadgehê xwendina delîla berdewam kir Prz. Talay careke din îtîraz kir. Serokê heyetê bi Talay re nîqaş kir û got: "Wê demê hûn werin cihê min biryarê bidin" Talay, anî ziman ku delîl li dijî hiqûqê hatin komkirin. Piştî heyetê xwandina delîlan berdewam kir Prz. M.Emîn Aktar diyar kir ku hefteyek delîlên derbarê Bozaci de tên xwendin û daxwazên her tim dubare kirin. Aktar, anî ziman ku têkildarî mijarê de hincetên hiqûqî nîşan dan lê heyeta dadgehê daxwazên wna nenirxandin û tebeyên telefonê li dijî hiqûqê ne û wiha got: "Bingeha vê dozê rizî ye. Ji ber ku doz, dozekî polîtîk e hemû xebatên polîtîk sûc hatin dîtin. Heke di mijara tabeyên telefonê de bêhiqûqî berdewam bike, hûn bixwînin di vê mijarê de ez parastinê nakim."
Prz. Nahît Eren jî biryara 6'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê ya têkildarî guhdariyên telefonê yên li dijî hiqûqê xwend û wiha got: "Ez ji van guhdariyên azadiya ragihandinê û mafê jyiana taybet binpêkirin îtîraz dikim. Li vir li ser numreya agahiyên nasnameya muwekîl tuneyî darizandin pêktê. Ev yek li dijî uslu ye." Serokê heyeta dadgehê pirsa "Ya avukat beg, em bêjin; em derbarê bersûc de cezayê muabetê an jî yê darvekirinê da. Bersuc diyar e lê navnîşana wî nediyar e wê demê dê biryar derbasdar nabe? Ji ber ku şert guncav nîn e em dê biryar tune bihesîmînin?" pirsîn û Eren jî wiha bersiv da: "Ji xwe ve dadgehekî usulê ye. Dibe ku ev numreya telefona kesekî din jî be. Numreya aydî kê ye nehate tesbîtkirin darizandin bi vi şiklî li dijî şartan e û li dijî usulê ye."
Prz. Aktar salona rûniştinê terk kir
Prz. Aktar careke din mafê axaftinê girt û wiha got: "Me di serî de got ev pêkanîn li dijî hiqûqê ye. Ji ber ku heke hûn delîl li dijî hiqûqê hatin komkirin qebûl bikin dê doz vala derbekev û ji ber wê yekê hûn darxwazan red dikin. Hemû delîlên di dozê de li dijî hiqûqê hatin komkirin. Ji ber vê yekê em bersiva wan nadin. Em wan delîlan nîqaş nakin." Piştî parastina Aktar dadgehê xwendin berdewam kir. Li sre vê yekê Prz. Aktar salon terk kir.
Piştî xwendina tabeyên telefonê îfadeyên Îrfan Dundar ên derbarê Bozaci de hatin xwendin. Di nava îfadeyên Dundar de li Herêma Federal a Kurdistanê li bajarên Duhok û Silêmanî ji derdorên kurd û karsazên kurd bi zorê û an jî bi navê bagişê pere hate komkirin hebûn. Dundar xebatên DTP'ê jî weke qaşo nîşan dn. Bozaci li hemberî wan îdîayan wiha got: "Wî kesî di dadgehê de îfadeyên xwe paşve kişandin. Di mijara pere de hevalê min Bayram Altun bersivên pêvîst dan ez tevlî wan dibim. Ez dixwazim îfadeyên Dundar ên nû bên xwendin." Piştî re xwendina tebayan berdewam kir û Bozaci bersiva wan neda.
Rûniştin dê piştî nîvro berdewam bike.