Di doza "KCK" de ji 13 kesan re 81 sal cezayê girtîgehê

Di doza "KCK" de ji 13 kesan re 81 sal cezayê girtîgehê

Di rûniştina doza Serêkaniyê ya "KCK"ê de ku 2 jê girtî 14 kes dihatin darizandin, yek jê hat berdan û li 13 kesan her yek ji wan 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê hat birrîn. 

Rûniştina biryarê ya doza Serêkaniyê ya "KCK"ê, ku tê de 2 jê girtî 14 kes dihatin darizandin, di 5'ê Tîrmehê de li 9. Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. 

Di rûniştina dozê de, ji rêvebirê BDP'a Serêkaniyê Cemîl Tuncer û Abdulbakî Can, cîgirê berê ya şaredarê Serêkaniyê Ahmet Dagtekîn, endamên meclisa şaredariyê Adîle Denîz Surer, Abdulhalîm Dayan, M. Emîn Polat, Hasan Karaoglan, rêvebirê MEYADER'a Serêkaniyê Îbrahîm Avci, Ecevît Yavuz û endamê meclisa bajar ya giştî Îbrahîm Ogur, Abdurrahîm Demîr û rêveberê BDP'a navçeyê Suphî Zengîn û Nurullah Akan re ji îdiaya endamên rêxistinê ne 6 sal û 3 meh ceza hat birîn. Rêvebirê BDP'a Serêkaniyê Halîl Şahîn jî beraet bû.

Endamê meclîsa Şaredariyê Hasan Karaoglan ku bêyî girtin tê darizandin û 6 sal û 3 meh ceza girt nerazîbûn nîşanî biryarê da û got: "Wekî hemû dozên KCK'ê yên din, di vê dozê de jî biryara siyasî hatiye dayîn. Hemû tiştên ku di îdianameyê de cih digirin xebatên legal yên partiyê û xebatên şaredariyê ne. Em dixwazin baweriya xwe bînin ku ev biryar ji aliyê mehkemeya jor ve bê sererastkirin. Em ê heta dawiyê pêvajoya hiqûqî bişopînin."