Di doza 'KCK' de 'heval' jî bû sûc!
Di doza 'KCK' de 'heval' jî bû sûc!
Di doza 'KCK' de 'heval' jî bû sûc!
Di doza sereke ya "KCK" de delîlên derbarê Endama Komîsyona Rêveberiyên Heremî ya DTP'ê Zuhre Bozaci de hatin xwendin. Gotina "Heval" ku di guhdarkirina holê de hatiye qeydkirin jî wekî sûc hate hesibandin. Bozaci, di parastina xwede diyar kir ku gotina "Heval" ne sûce û wiha axivî "Çi hatiye ber guhê dozger, wî kiriye sûc." Bozaci, li ser pirsa serokê dadgehê ya wekî "Hûn ji kî re dibêjin heval" jî wiha got: "Em ji hevalên xwe re dibêjin. Ev hevalên me ên vê derê re."
Doza sereke ya "KCK" ku 98 jê girti bi giştî 175 siyasetmedar, rojnavan û parazvanên mafê mirovan tên darizandin, di 6'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê de tê dîtin. Rûniştina îro bi tevlibûna 29 siyasetmedarên kurd yên girtî ku di nav de Hatîp Dîcle jî heye û parêzerên wan dest pê kir. Di rûniştinê de delîlên derbarê Endama Komîsyona Rêveberiyên Heremî ya DTP'ê Zuhre Bozaci de hatin xwendin. Di xwendina delîlan de, guhdarkirinên holê yên derbarê Bozaci de hatin guhdarkirin. Kampanyaya "Birêz Ocalan" wekî delîla sûç hate pêşkeşkirin. Bozaci, der barê vê de diyar kir ku ew jî dê wekî hevalên xwe bi giştî bersiv bide vê pirsê. Li ser pirsa serokê dadgehê ya "Şeradarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr jî tevli vê kampanyayê bûye" de got "Belê tevli bûye. Lê ev ne sûce"
Di berdewama xwedina delîlan de gotina "heval" jî wekî sûc hatiye hesibandan. Bozaci derheqê vê yekê de jî ev parastin kir: "Gotina heval ne sûce. Çi hatiye ber guhê dozger, wî kiriye sûc." Bozaci, li ser pirsa serokê dadgehê ya wekî "Hûn ji kiyan re dibêjin heval" jî wiha got: "Em ji hevalên xwe re dibêjin. Ev hevalên me ên vê derê re." Di îdîanameyê de her wiha lêçoyînên Komîsyona Rêveberiyên Heremî wekî lêçoyînên "KCK" ê hatin nîşandan. Bozaci, ev tewanbarî jî red kir û got ku polîsan bi zanebûn ev qeyd xelet werger kirine ê kirine sûç. Di îdîanemeyê de, hate îdîakirin ku ji bo ku xizmên gerîlayên HPG'ê yên jiyana xwe ji dest dane li şaredariyan ji bo kar bên cihkirin hevdîtin hatine kirin. Bozaci derbarê vê de jî parastina xwe bi gotinên, "Pêdiviya kî hebe, em alîkarî didin wî/wê. Ev tiştek mirovîne."
Rûniştina dozê piştî parastina parêzaran ji bo piştî nîvro dewam bike hate taloqkirin.